Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, lavij, Zebûr. 
1
Ey tevahiya rûyê erdê,
Bi şahî ji bo Xwedê biqîrin!
2
Ji navê wî yê berz re lavijan bêjin,
Pesnê wî berz bikin!
3
Ji Xwedê re bêjin, "Karên te çiqas mezin in!
Ji ber hêzdarî û mezinbûna te,
Wê serî li ber te deynin, dijminên te.
4
Wê hemû dinya biperize te,
Wê ji te re lavijan bêjin,
Lavijan bêjin ji bo navê te."
5
Werin, karên Xwedê bibînin!
Çi karên mezin kir li nav mirovan.
6
Wî derya zivirand reşahiyê,
Gelê wî peya derbas bû ji çem.
Em li wê derê, bi kirina wî şa bûn.
7
Bi hêza wî, serwerî her û her dajo,
Çavên wî bi baldarî li ser miletan e;
Bila serhildêr xwe bilind mekin!
8
Ey gelno, Xwedayê me pîroz bikin,
Dengê pesnê wî bidin bihîstin.
9
Ew e, yê ku jîna me diparêze,
Ew e, yê ku nahêle lingê me bişemite.
10
Te em ceribandin, ey Xwedê,
Wek ku zîv tê paqijkirin, te em paqij kirin.
11
Te em kirin dehfikê,
Û te barê giran da pişta me.
12
Te siwar kir, mirovan li stûyê me,
Em ketin agir û avê,
Lê te em derxistin firehiyê.
13
Bi goriyên şewitandî ezê bikevim mala te,
Ezê, sozên xwe bînim cih,
14
Di tengahiyê de lêvên min ew anî ziman,
Û devê min got.
15
Bi dûmana beranên şewitandî û pezên qelew,
Ezê goriyên şewitandinê pêşkişî te bikim,
Ezê ga û nêriyan ji te re pêşkiş bikim.
16
Werin gohdar bin, ey hûn hemû yên ku ji Xwedê ditirsin,
Ez ji we re bêjim, ka ji bo canê min çi kir.
17
Min bi devê xwe gazî wî kir,
Û ew bi zimanê min hat berzkirin.
18
Eger min di dilê xwe de cih bida fesadiyê,
Reb ez nedibihîztim.
19
Belê Xwedê ez bihîztim,
Goh da dengê dua min.
20
Xwedê pîroz be,
Çimkî bi şûn ve nezivart dua min,
Ji min nedirixand kerema xwe.