Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Li Siyonê şikir li benda te ye, ey Xwedê,
 Sozên ku ji te re hatine dayin, wê bên cih.
- 2
- Ey tu, yê ku duayan dibihîze,
 Wê hemû mirov bên ba te.
- 3
- Guneh zora min dibin,
 Herçî serhildanên me ne, tu wan dibexşînî.
- 4
- Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te rûnê,
 Te ew bijart û nêzikî xwe kir!
 Em bi qenciya mala te,
 Perestgeha te ya pîroz têr dibin.
- 5
- Ey tu, Xwedayê rizgariya me,
 Di dadperweriyê de,
 Bi karên tirsdar didî bersîva me.
 Ey tu, yê li çaraliyên dinyayê,
 Hêviya wan ên dûr ên li ser deryayê;
- 6
- Bi hêzê rapêçandî,
 Bi hêza xwe çiyayan şidandî,
- 7
- Yê ku xumîna deryayan,
 Xumîna pêlan,
 Û tevliheviya miletan dide rawestan tu yî.
- 8
- Yên ku rûdinên li wî kujê dinê,
 Ditirsin ji karên te yên nedîtî.
 Ji rojhilat heta rojava,
 Tu wan bi şahî didî qêrîn.
- 9
- Tu erdê ditoqlinî û wê av didî,
 Tu wê di nav dewlemendiyê de dihêlî.
 Çemê Xwedê bi avê tije ye,
 Çaxê te axê amade kir,
 Genimê mirov tu amade dikî:
- 10
- Xetên halet tu têr av didî,
 Axa wan tu sererast dikî,
 Axê bi baranê dinermijînî,
 Bereketê didî berên wan.
- 11
- Bi qenciyên xwe, tu tacegul datînî ser salê,
 Ji şopên te bereket dibare,
- 12
- Çolên te çêre didin,
 Û gir di şahiyê de dimînin.
- 13
- Mêrg bi keriyan tên nixamtin,
 Berrî bi genim tên pêçandin,
 Bi şahî diqîrin, lavijan dibêjin.

