Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Di lavakirinê de, dengê min bibihize ey Xwedê,
Ji tirsa dijmin biparêze jîna min.
2
Ji şêwrên dizî yên xeraban,
Tu min veşêre ji welwela fesadan.
3
Ew ku, zimanê xwe wek şûr tûj kirine,
Tîrên xwe wek gotinên tal ava kirine,
4
Da ku ji dera veşartî, bavêjin zilamê gihîştî.
Ji nişka ve, bê tirs davêjin wî.
5
Di karê xerabiyê de ew wêrek in,
Kozikên veşartî dişêwirin,
"Ma wê kî bibîne?" dibêjin.
6
Li fesadiyê digerin,
"Me planek bêqusûr çêkir!" dibêjin.
Dil û hundirê her yekî ji wan kûr e.
7
Belê wê Xwedê, bavêje wan tîran,
Ji nişka ve birindar bike wan.
8
Wê zimanê wan, wan bibe xerabûnê,
Yên ku wan bibînin, wê serê xwe bi wan bihejînin.
9
Wê hemû mirov bitirsin,
Karê Xwedê bidin bihîstin,
Ya ku wî kiriye bifikirin.
10
Yê rast wê bi Xudan şa be,
Xwe bispêre wî,
Hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî.