Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Çaxê li çola Cihûdayê bû, Zebûra Dawid.
 - 1
 - Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min,
Ez li te digerim,
Canê min tiyî te bûye,
Li diyarekî çol, westa û bêav,
Bedena min bêriya te dike. - 2
 - Ji bo ku ez bibînim hêz û berziya te,
Di dera pîroz de min nihartiye li te. - 3
 - Ji jiyanê qenctir e kerema te,
Lêvên min ji bo te didin spasî. - 4
 - Heta ez hebim ezê pesnê te bidim,
Bi navê te ezê destê xwe bilind bikim. - 5
 - Wek bi mêjî û rûn têr bibim, wê canê min têr bibe,
Wê devê min, bi lêvên min bi şahî ji te re şikir bike. - 6
 - Çaxê ez te, di nav nivînan de bibîr tînim,
Di dirêjiya şevê de, ez te kûr difikirim. - 7
 - Çimkî tu ji min re bûyî alîkar,
Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar. - 8
 - Canê min bi daxwaz li dû te baz dide,
Destê te yê rastê ji min re dibe alîkar. - 9
 - Belê yên ku dixwazin canê min bistînin,
Ewê korta bin erdê bibînin, - 10
 - Ewê bîkevin ber devê şûr,
Ji çeqelan re bibin par. - 11
 - Belê wê padîşah bi Xwedê şa be.
Yên ku bi navê wî sond dixwin, wê pesnê xwe bidin,
Lê ewê devê derewkaran bê girtin. 

