Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, lavij, Zebûr.
- 1
- Ey tevahiya rûyê erdê,
 Bi şahî ji bo Xwedê biqîrin!
- 2
- Ji navê wî yê berz re lavijan bêjin,
 Pesnê wî berz bikin!
- 3
- Ji Xwedê re bêjin, "Karên te çiqas mezin in!
 Ji ber hêzdarî û mezinbûna te,
 Wê serî li ber te deynin, dijminên te.
- 4
- Wê hemû dinya biperize te,
 Wê ji te re lavijan bêjin,
 Lavijan bêjin ji bo navê te."
- 5
- Werin, karên Xwedê bibînin!
 Çi karên mezin kir li nav mirovan.
- 6
- Wî derya zivirand reşahiyê,
 Gelê wî peya derbas bû ji çem.
 Em li wê derê, bi kirina wî şa bûn.
- 7
- Bi hêza wî, serwerî her û her dajo,
 Çavên wî bi baldarî li ser miletan e;
 Bila serhildêr xwe bilind mekin!
- 8
- Ey gelno, Xwedayê me pîroz bikin,
 Dengê pesnê wî bidin bihîstin.
- 9
- Ew e, yê ku jîna me diparêze,
 Ew e, yê ku nahêle lingê me bişemite.
- 10
- Te em ceribandin, ey Xwedê,
 Wek ku zîv tê paqijkirin, te em paqij kirin.
- 11
- Te em kirin dehfikê,
 Û te barê giran da pişta me.
- 12
- Te siwar kir, mirovan li stûyê me,
 Em ketin agir û avê,
 Lê te em derxistin firehiyê.
- 13
- Bi goriyên şewitandî ezê bikevim mala te,
 Ezê, sozên xwe bînim cih,
- 14
- Di tengahiyê de lêvên min ew anî ziman,
 Û devê min got.
- 15
- Bi dûmana beranên şewitandî û pezên qelew,
 Ezê goriyên şewitandinê pêşkişî te bikim,
 Ezê ga û nêriyan ji te re pêşkiş bikim.
- 16
- Werin gohdar bin, ey hûn hemû yên ku ji Xwedê ditirsin,
 Ez ji we re bêjim, ka ji bo canê min çi kir.
- 17
- Min bi devê xwe gazî wî kir,
 Û ew bi zimanê min hat berzkirin.
- 18
- Eger min di dilê xwe de cih bida fesadiyê,
 Reb ez nedibihîztim.
- 19
- Belê Xwedê ez bihîztim,
 Goh da dengê dua min.
- 20
- Xwedê pîroz be,
 Çimkî bi şûn ve nezivart dua min,
 Ji min nedirixand kerema xwe.

