Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 148 
1
Pesnê Xudan bidin!
Ji ezmanan pesnê Xudan bidin,
Ji berziyan pesnê wî bidin!
2
Ey hemû milyaketên wî, pesnê wî bidin,
Ey hemû ordiyên wî, pesnê wî bidin!
3
Ey roj û hîv, pesnê wî bidin,
Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin!
4
Ey ezmanên ezmanan,
Û avên li ser ezmanan,
Pesnê wî bidin!
5
Bila ew pesnê navê Xudan bidin,
Çimkî wî emir da û ew hatin afirandin;
6
Wî ew ji bo her û her, li cihê wan da rûniştandin,
Qanûnen ku danî, nayên betalkirin.
7
Ji ser rûyê erdê pesnê Xudan bidin,
Ey hûtên deryayê û hemû kûrahî,
8
Agir û zîpik û berf û ewr,
Bahozên ku bi fermana wî dikin,
9
Çiya û hemû mil,
Darên meywan û darên sediran,
10
Heywanên kûvî û dewar,
Yên ku li erdê dişêlin, çûkên ku difirin,
11
Padîşahên dinê û hemû gel,
Serok û serwerên hemû dinê,
12
Xortên mêrxas û keç,
Yên pîr û zarok!
13
Bila pesnê navê Xudan bidin,
Çimkî tenê navê wî berz e.
Berziya wî di ser erd û ezman re ye.
14
Wî ji bo gelê xwe serokek rakir,
Pesnê hemû dilsozên wî,
Û gelê Îsraêlê yê ku nêzikî wî ye bidin,
Pesnê Xudan bidin.