Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, te ez sihêtî kirim û bi min zanî.
- 2
- Tu bi rabûn û rûniştina min dizanî,
 Ji dûrî ve fêm dikî fikrên min.
- 3
- Tu li riya ku ez diçimê û dera ku lê dimînim dinêrî,
 Tu bi hemû riyên min baş dizanî.
- 4
- Hê ku peyv nehatiye ser zarê min,
 Tu wê bi tevahî dizanî, ya Xudan.
- 5
- Ji pêş û paş ve, te dor li min girtiye,
 Û destê xwe daniye ser min.
- 6
- Ev zanîn ji bo min pirr ecêb e,
 Kûr e, ez nagihîjimê.
- 7
- Ez dikarim herim kuderê ji ber ruhê te,
 Birevim kuderê ji ber te?
- 8
- Eger ez derkevim ezman, tu li wê derê yî,
 Nivîna xwe raxim li diyarê miriyan, tu li wê derê yî.
- 9
- Eger ez bazkên seherê li xwe kim,
 Û li dawiya deryayê deynim,
- 10
- Li wê derê jî destê te rêberiya min dike,
 Û destê te yê rastê bi min digire.
- 11
- Eger ez bêjim, "Wê tariya rastîn min rapêçe,
 Ronahiya li dora min bibe şev,"
- 12
- Tarî jî ji bo te ne tarî ye,
 Şev, wek rojê dibiriqe,
 Tarî û ronahî ji bo te yek e.
- 13
- Hundirê min te afirand,
 Di malzaroka dê de, te ez honandim.
- 14
- Ez pesnê te didim,
 Çimkî ez bi heybet û şehaneyî hatime afirandin.
 Karên te ecêb in!
 Ez baş pê dizanim.
- 15
- Gava ez li dera veşartî hatim afirandin,
 Di kûrahiyên erdê de hatim nixamtin,
 Bedena min ji te veşartî nebû.
- 16
- Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim;
 Hemû rojên ku ji bo min hatibûn veqetandin,
 Beriya ku yek ji wan jî bê,
 Tev di kitêba te de hatibûn nivîsandin.
- 17
- Fikrên te yên ji bo min, çiqas bi rûmet in, ey Xwedê,
 Tevahiya wan, çiqas pirr in!
- 18
- Eger ez wan bijmêrim, ji sêlakê zêdetir in.
 Ez hişyar dibim, hê ez bi te re me.
- 19
- Xwezî te xeraban nehêşta, ey Xwedê!
 Ey zilamên destbixwîn, dûr bin ji min!
- 20
- Çimkî ew li hember te bi xerabî dipeyivin,
 Û dijminên te, bi derewkarî navê te hil didin.
- 21
- Ya Xudan, ma ez ji wan nefret nekim, ku nefret dikin ji te?
 Ma wê çawa bîzê min, ji yên ku serî li ber te radikin neçe?
- 22
- Ez bi tevahî ji wan nefret dikim,
 Ew ji bo min bûne dijmin.
- 23
- Ey Xwedê, min sihêtî bike, dilê min binase,
 Min bitoklîne, bi fikrên min bizane.
- 24
- Binêre, eger xerabiyek hebe,
 Di riya herheyî de, tu ji min re bibe rêber!

