Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Ez bi hemû dilê xwe ji te re spas dikim, ya Xudan,
 Li pêş îlahan, ezê bi lavijan pesnê te bidim.
- 2
- Ezê bi ser perestgeha te ya pîroz ve xwar bibim,
 Ji bo kerem û dilsoziya te,
 Ezê ji navê te re spas bikim.
 Çimkî te navê xwe û peyva xwe di ser her tiştî re girt.
- 3
- Gava min bang kir, te ez bersîvandim,
 Te hêz da min, te ez wêrek kirim.
- 4
- Wê hemû padîşahên erdê, ji te re spas bikin, ya Xudan,
 Çimkî wan, peyvên devê te bihîstin.
- 5
- Ewê bi lavijan pesnê karên Xudan bidin,
 Çimkî berziya Xudan mezin e.
- 6
- Xudan bilind be jî,
 Ew li nefsbiçûkan dinêre,
 Pozbilindan ji dûrî ve dinase.
- 7
- Ez bikevim tengahiyê, tu canê min diparêzî,
 Li hember hêrsa dijminên min, tu destê xwe radikî,
 Bi destê xwe yê rastê, tu min xelas dikî.
- 8
- Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî.
 Kerema te her û her e,
 Dev ji karên destê xwe bernede!

