Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ez bi hemû dilê xwe ji te re spas dikim, ya Xudan,
Li pêş îlahan, ezê bi lavijan pesnê te bidim.
2
Ezê bi ser perestgeha te ya pîroz ve xwar bibim,
Ji bo kerem û dilsoziya te,
Ezê ji navê te re spas bikim.
Çimkî te navê xwe û peyva xwe di ser her tiştî re girt.
3
Gava min bang kir, te ez bersîvandim,
Te hêz da min, te ez wêrek kirim.
4
Wê hemû padîşahên erdê, ji te re spas bikin, ya Xudan,
Çimkî wan, peyvên devê te bihîstin.
5
Ewê bi lavijan pesnê karên Xudan bidin,
Çimkî berziya Xudan mezin e.
6
Xudan bilind be jî,
Ew li nefsbiçûkan dinêre,
Pozbilindan ji dûrî ve dinase.
7
Ez bikevim tengahiyê, tu canê min diparêzî,
Li hember hêrsa dijminên min, tu destê xwe radikî,
Bi destê xwe yê rastê, tu min xelas dikî.
8
Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî.
Kerema te her û her e,
Dev ji karên destê xwe bernede!