Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, te ez sihêtî kirim û bi min zanî.
2
Tu bi rabûn û rûniştina min dizanî,
Ji dûrî ve fêm dikî fikrên min.
3
Tu li riya ku ez diçimê û dera ku lê dimînim dinêrî,
Tu bi hemû riyên min baş dizanî.
4
Hê ku peyv nehatiye ser zarê min,
Tu wê bi tevahî dizanî, ya Xudan.
5
Ji pêş û paş ve, te dor li min girtiye,
Û destê xwe daniye ser min.
6
Ev zanîn ji bo min pirr ecêb e,
Kûr e, ez nagihîjimê.
7
Ez dikarim herim kuderê ji ber ruhê te,
Birevim kuderê ji ber te?
8
Eger ez derkevim ezman, tu li wê derê yî,
Nivîna xwe raxim li diyarê miriyan, tu li wê derê yî.
9
Eger ez bazkên seherê li xwe kim,
Û li dawiya deryayê deynim,
10
Li wê derê jî destê te rêberiya min dike,
Û destê te yê rastê bi min digire.
11
Eger ez bêjim, "Wê tariya rastîn min rapêçe,
Ronahiya li dora min bibe şev,"
12
Tarî jî ji bo te ne tarî ye,
Şev, wek rojê dibiriqe,
Tarî û ronahî ji bo te yek e.
13
Hundirê min te afirand,
Di malzaroka dê de, te ez honandim.
14
Ez pesnê te didim,
Çimkî ez bi heybet û şehaneyî hatime afirandin.
Karên te ecêb in!
Ez baş pê dizanim.
15
Gava ez li dera veşartî hatim afirandin,
Di kûrahiyên erdê de hatim nixamtin,
Bedena min ji te veşartî nebû.
16
Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim;
Hemû rojên ku ji bo min hatibûn veqetandin,
Beriya ku yek ji wan jî bê,
Tev di kitêba te de hatibûn nivîsandin.
17
Fikrên te yên ji bo min, çiqas bi rûmet in, ey Xwedê,
Tevahiya wan, çiqas pirr in!
18
Eger ez wan bijmêrim, ji sêlakê zêdetir in.
Ez hişyar dibim, hê ez bi te re me.
19
Xwezî te xeraban nehêşta, ey Xwedê!
Ey zilamên destbixwîn, dûr bin ji min!
20
Çimkî ew li hember te bi xerabî dipeyivin,
Û dijminên te, bi derewkarî navê te hil didin.
21
Ya Xudan, ma ez ji wan nefret nekim, ku nefret dikin ji te?
Ma wê çawa bîzê min, ji yên ku serî li ber te radikin neçe?
22
Ez bi tevahî ji wan nefret dikim,
Ew ji bo min bûne dijmin.
23
Ey Xwedê, min sihêtî bike, dilê min binase,
Min bitoklîne, bi fikrên min bizane.
24
Binêre, eger xerabiyek hebe,
Di riya herheyî de, tu ji min re bibe rêber!