Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 135 
1
Pesnê Xudan bidin!
Pesnê navê Xudan bidin,
Ey evdên Xudan, pesnê Xudan bidin.
2
Ey hûn yên li mala Xudan,
Li hewşa mala Xwedê xizmet dikin,
Pesin bidin!
3
Pesnê Xudan bidin,
Çimkî Xudan qenc e.
Ji navê wî re bistirin,
Çimkî şîrîn e.
4
Xudan ji bo xwe Aqûb bijart,
Îsraêlê jî wek milkê xwe.
5
Ez dizanim, Xudan mezin e,
Rebê me di ser hemû îlahan de ye.
6
Li erdê û li ezman,
Li derya û hemû kûrahiyan,
Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne.
7
Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike,
Ji bo baranê birûskan çêdike,
Ji embarên xwe bayê radike.
8
Wî ji mirov heta heywanan,
Hemû nuxwiriyên Misirê kuştin.
9
Li nav te, ey Misir!
Wî ji Fîrewn û hemû wezîfedarên wî re,
Nîşan û karên nedîtî şand.
10
Wî li gellek miletan xist,
Padîşahên hêzdar kuştin.
11
Wî padîşahê Amoriyan Sîhon,
Padîşahê Başanê Og,
Û hemû padîşahiyên Kenanê kuşt.
12
Wî ciyê wan wek mîras,
Bi mîrasî da gelê xwe Îsraêl.
13
Ya Xudan, navê te her û her dimîne,
Ya Xudan, bîranîna te, her û her didomîne.
14
Wê Xudan gelê xwe biparêze,
Û dilovaniyê li evdên xwe bike.
15
Pûtên miletan ji zîv û zêr in,
Karên destê mirov in.
16
Devê wan heye, napeyivin,
Çavên wan hene, nabînin,
17
Gohên wan hene, nabihîzin,
Di devê wan de, hilm nîne.
18
Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan,
Ew jî wê bibin mîna wan!
19
Ey mala Îsraêl, pesnê Xudan bidin!
Ey mala Harûn, pesnê Xudan bidin!
20
Ey mala Levî, pesnê Xudan bidin!
Ey yên ku ji Xudan ditirsin, pesnê Xudan bidin.
21
Xudanê ku li Orşelîmê rûdinê,
Bila ji Sîyonê bê pesindan!
Pesnê Xudan bidin!