Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Ey hûn, hemû evdên Xudan,
Yên ku bi şev dimînin li perestgeha Xudan,
Pesnê Xudan bidin!
2
Destên xwe ber bi dera pîroz ve bilind kin,
Û pesnê Xudan bidin!
3
Xudanê ku erd û ezman afirand,
Bila ji Sîyonê, te pîroz ke.