Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê ya Dawid. 
1
Çiqas qenc e, çiqas xweş e,
Di yekîtiyê de jiyana biratî!
2
Wek wî rûnî ye, ku li serî tê xistin,
Wek wî rûnê hêja ye, ku ji rî, ji riyê Harûn,
Heta pistûka xeftanê wî herikî.
3
Ev wek xunava Çiyayê Hermonê ye,
Ku li Çiyayê Sîyonê diherikîne.
Çimkî Xudan li wê derê,
Bereket û jiyana herheyî difermîne.