Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê ya Dawid.
 - 1
 - Çiqas qenc e, çiqas xweş e,
Di yekîtiyê de jiyana biratî! - 2
 - Wek wî rûnî ye, ku li serî tê xistin,
Wek wî rûnê hêja ye, ku ji rî, ji riyê Harûn,
Heta pistûka xeftanê wî herikî. - 3
 - Ev wek xunava Çiyayê Hermonê ye,
Ku li Çiyayê Sîyonê diherikîne.
Çimkî Xudan li wê derê,
Bereket û jiyana herheyî difermîne. 

