Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 136 
1
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e;
Kerema wî her û her e!
2
Ji Xwedayê îlahan re spas bikin;
Kerema wî her û her e!
3
Ji Rebê reban re spas bikin;
Kerema wî her û her e!
4
Tenê ew karên nedîtî dike;
Kerema wî her û her e!
5
Bi şehrazayiya xwe wî ezman afirand;
Kerema wî her û her e!
6
Wî erd li ser avan belav kir;
Kerema wî her û her e!
7
Ronahiyên mezin wî afirand;
Kerema wî her û her e!
8
Wî tav afirand, da ku serwerî li rojê bike;
Kerema wî her û her e!
9
Ji bo serweriya şevê, wî heyv û stêr afirand;
Kerema wî her û her e!
10
Wî li Misirê nixuriyan kuşt;
Kerema wî her û her e!
11
Bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj;
Kerema wî her û her e!
12
Îsraêlê ji navbera wan deranî;
Kerema wî her û her e!
13
Wî Derya Sor kir du şeq;
Kerema wî her û her e!
14
Kir ku Îsraêl di nav re derbas bibe;
Kerema wî her û her e!
15
Wî Fîrewn û ordiya wî avêt Derya Sor;
Kerema wî her û her e!
16
Wî gelê xwe li çolê meşand;
Kerema wî her û her e!
17
Wî li padîşahên mezin xist;
Kerema wî her û her e!
18
Wî padîşahên navdar kuşt;
Kerema wî her û her e!
19
Wî padîşahê Amoriyan Sîhon;
Kerema wî her û her e!
20
Û padîşahê Başanê Og kuşt;
Kerema wî her û her e!
21
Û ciyên wan bi mîrasî;
Kerema wî her û her e!
22
Ji evdê xwe Îsraêl re mîras hêşt;
Kerema wî her û her e!
23
Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e;
Kerema wî her û her e!
24
Û me ji dijminên me rizgar dike;
Kerema wî her û her e!
25
Yê ku xwarinê dide hemû canan ew e;
Kerema wî her û her e!
26
Ji Xwedayê ezmanan re spas bikin;
Kerema wî her û her e!