Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 116
- 1
- Ez ji Xudan hez dikim,
 Çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze.
- 2
- Ji ber ku wî gohê xwe da min,
 Heta ku ez bijîm, ezê bangî wî bikim.
- 3
- Benên mirinê hawirdora min girtin,
 Û tengahiyên diyarê mirinê ez pêçam,
 Derd û tengahiyê ez girtim.
- 4
- Hingê min bangî navê Xudan kir,
 "Eman, ya Xudan tu canê min azad ke!"
- 5
- Xudan keremdar û dadperwer e,
 Xwedayê me dilovan e.
- 6
- Xudan mirovên sexik diparêze,
 Gava ez ketim, wî ez rakirim.
- 7
- Ey canê min, li rihetiya xwe vegere,
 Çimkî Xudan qencî bi te kir.
- 8
- Te canê min ji mirinê,
 Çavên min ji hêsiran,
 Lingên min ji terpilînê rizgar kir.
- 9
- Ezê li diyarê jiyandaran,
 Li pêş Xudan rêve herim.
- 10
- Dema ku min digot, "Ez tengahiya mezin dikişînim" jî,
 Min baweriya xwe parast.
- 11
- Min di şaşbûna xwe de got,
 "Hemû mirov derewkar in."
- 12
- Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir,
 Ma ez çi bidim Xudan?
- 13
- Ezê kasa rizgariyê hilînim,
 Û navê Xudan bang bikim.
- 14
- Li pêşberî hemû gelê xwe,
 Ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe.
- 15
- Di çavên Xudan de,
 Mirina dilsozên wî hêja ye.
- 16
- Ya Xudan, ez evdê te yê rastîn im;
 Lawê qewraşa te me,
 Te zincîrên min vekir.
- 17
- Ezê goriya spaskirinê pêşkişî te bikim.
 Ya Xudan, ezê bangî navê te kim.
- 18
- Ezê nedrên ku min ji Xudan re soz dane bînim cih,
 Li pêşber hemû gelê wî,
- 19
- Li hewşa mala Xudan,
 Li nav te, ey Orşelîm!
 Pesnê Xudan bidin!

