Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mesela Şahneyê Bêbext 
1
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Mirovekî dewlemend hebû ku şahneyekî* wî hebû. Rojekê giliyê vî şahneyî li ba axayê wî hat kirin ku ew malê wî tert û bela dike.
2
Yê dewlemend gazî wî kir û jê re got: ‹Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê şahnetiya xwe bide, ji ber ku êdî tu nikarî şahnetiyê bikî.›
3
Şahne jî ji xwe re got: ‹Ka ezê çi bikim? Axayê min şahnetiyê ji min distîne. Kolan ji min nayê ku ez bikim û ez ji parskirinê şerm dikim.
4
Lê gava ku ez ji şahnetiyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku dîsa xelk min qebûl bikin malên xwe.›
5
Wî bang kir her yekî ji wan ên ku deyndarên axayê wî bûn û ji yê pêşî re got: ‹Tu çiqas deyndarê axayê min î?›
6
Û wî got: ‹Sed den zeyt.› Wekîl jê re got: ‹Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî binivîse.›[a]
7
Di pey de wî ji yekî din re got: ‹Tu çiqas deyndar î?› Û wî jî got: ‹Sed kewar genim.› Wekîl ji wî re jî got: ‹Rabe rahêje seneda xwe û heştêyî binivîse.›
8
Îcar axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor dema xwe ji zarokên ronahiyê bi aqiltir in.
9
Û ez ji we re dibêjim: Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew we li bin konên herheyî qebûl bikin.
10
Ewê ku di ya hindik de dilsoz e, ew di ya pirr de jî dilsoz e; lê ewê ku di ya hindik de ne dilsoz e, ew di ya pirr de jî ne dilsoz e.
11
Îcar, eger di malê neheqiyê de hûn dilsoz derneketibin, kî wê dewlemendiya rastîn bispêre we?
12
Û eger hûn di tiştên hinekên din de ne dilsoz bin, kî wê ya we bi xwe bide we?
13
Xulamek nikare ji du axayan re xulamtiyê bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.»
Şerîet û Padîşahiya Xwedê 
14
Gava Fêrisiyan yên ku ji peran hez dikirin, ev tiştên ha hemû bihîstin, tinazên xwe bi Îsa dikirin.
15
Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.
16
Dema Şerîet* û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna* kişand; ji hingê ve Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê.
17
Lê bihûrtina erd û ezmanan ji ketina nuqteyeke Şerîetê hêsanîtir e.
18
Her kesê ku jina xwe berde û jineke din bîne, ew zînayê dike û yê ku jineke ji mêrê xwe berdayî bîne, ew zînayê dike.
Mirovê Dewlemend û Lazarê Belengaz 
19
«Mirovekî dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya.
20
Bi navê Lazar yekî belengaz jî hebû, ku li ber deriyê yê dewlemend dihat dirêjkirin. Bedena wî tije kûnêr bû.
21
Ew minêkar bû ku xwe bi wan bermayiyên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike. Heta kûçik jî dihatin û kûnêrên wî dialîstin.
22
Roj hat ku yê belengaz mir û milyaketan ew bir û xistin ber singê Birahîm*. Yê dewlemend jî mir û hat veşartin.
23
Û gava wî di diyarê* miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît.
24
Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.›
25
Lê Birahîm lê vegerand û got: ‹Lawo, bîne bîra xwe ku çi tiştên qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn, digihîştin Lazar. Lê niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu ezabê dikişînî.
26
Û ji vê pê ve jî, di navbera me û we de geliyekî mezin hatiye danîn, da yên ku dixwazin ji vê derê bibihûrin ba we û yên ku dixwazin ji wê derê bibihûrin ba me, nekarin.›
27
Wî jî got: ‹Nexwe bavo, ez ji te lava dikim ku tu wî bişînî mala bavê min.
28
Çimkî pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.›
29
Lê Birahîm ji wî re got: ‹Mûsa û pêxemberên wan hene, bila guhdariya wan bikin.›
30
Wî got: ‹Na, ya bavê me Birahîm, eger yek ji nav miriyan rabe û here ba wan, ewê tobe bikin.›
31
Birahîm ji wî re got: ‹Eger ew guhdariya Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin.›»
  1. a. 16:6 Dena Cihûyan a hingê nêzîkî 37 lître bû.