Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mesela Şahneyê Bêbext
 - 1
 - Îsa ji şagirtên xwe re got: «Mirovekî dewlemend hebû ku şahneyekî* wî hebû. Rojekê giliyê vî şahneyî li ba axayê wî hat kirin ku ew malê wî tert û bela dike.
 - 2
 - Yê dewlemend gazî wî kir û jê re got: ‹Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê şahnetiya xwe bide, ji ber ku êdî tu nikarî şahnetiyê bikî.›
 - 3
 - Şahne jî ji xwe re got: ‹Ka ezê çi bikim? Axayê min şahnetiyê ji min distîne. Kolan ji min nayê ku ez bikim û ez ji parskirinê şerm dikim.
 - 4
 - Lê gava ku ez ji şahnetiyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku dîsa xelk min qebûl bikin malên xwe.›
 - 5
 - Wî bang kir her yekî ji wan ên ku deyndarên axayê wî bûn û ji yê pêşî re got: ‹Tu çiqas deyndarê axayê min î?›
 - 6
 - Û wî got: ‹Sed den zeyt.› Wekîl jê re got: ‹Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî binivîse.›[a]
 - 7
 - Di pey de wî ji yekî din re got: ‹Tu çiqas deyndar î?› Û wî jî got: ‹Sed kewar genim.› Wekîl ji wî re jî got: ‹Rabe rahêje seneda xwe û heştêyî binivîse.›
 - 8
 - Îcar axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor dema xwe ji zarokên ronahiyê bi aqiltir in.
 - 9
 - Û ez ji we re dibêjim: Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew we li bin konên herheyî qebûl bikin.
 - 10
 - Ewê ku di ya hindik de dilsoz e, ew di ya pirr de jî dilsoz e; lê ewê ku di ya hindik de ne dilsoz e, ew di ya pirr de jî ne dilsoz e.
 - 11
 - Îcar, eger di malê neheqiyê de hûn dilsoz derneketibin, kî wê dewlemendiya rastîn bispêre we?
 - 12
 - Û eger hûn di tiştên hinekên din de ne dilsoz bin, kî wê ya we bi xwe bide we?
 - 13
 - Xulamek nikare ji du axayan re xulamtiyê bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.»
 - Şerîet û Padîşahiya Xwedê
 - 14
 - Gava Fêrisiyan yên ku ji peran hez dikirin, ev tiştên ha hemû bihîstin, tinazên xwe bi Îsa dikirin.
 - 15
 - Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.
 - 16
 - Dema Şerîet* û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna* kişand; ji hingê ve Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê.
 - 17
 - Lê bihûrtina erd û ezmanan ji ketina nuqteyeke Şerîetê hêsanîtir e.
 - 18
 - Her kesê ku jina xwe berde û jineke din bîne, ew zînayê dike û yê ku jineke ji mêrê xwe berdayî bîne, ew zînayê dike.
 - Mirovê Dewlemend û Lazarê Belengaz
 - 19
 - «Mirovekî dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya.
 - 20
 - Bi navê Lazar yekî belengaz jî hebû, ku li ber deriyê yê dewlemend dihat dirêjkirin. Bedena wî tije kûnêr bû.
 - 21
 - Ew minêkar bû ku xwe bi wan bermayiyên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike. Heta kûçik jî dihatin û kûnêrên wî dialîstin.
 - 22
 - Roj hat ku yê belengaz mir û milyaketan ew bir û xistin ber singê Birahîm*. Yê dewlemend jî mir û hat veşartin.
 - 23
 - Û gava wî di diyarê* miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît.
 - 24
 - Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.›
 - 25
 - Lê Birahîm lê vegerand û got: ‹Lawo, bîne bîra xwe ku çi tiştên qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn, digihîştin Lazar. Lê niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu ezabê dikişînî.
 - 26
 - Û ji vê pê ve jî, di navbera me û we de geliyekî mezin hatiye danîn, da yên ku dixwazin ji vê derê bibihûrin ba we û yên ku dixwazin ji wê derê bibihûrin ba me, nekarin.›
 - 27
 - Wî jî got: ‹Nexwe bavo, ez ji te lava dikim ku tu wî bişînî mala bavê min.
 - 28
 - Çimkî pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.›
 - 29
 - Lê Birahîm ji wî re got: ‹Mûsa û pêxemberên wan hene, bila guhdariya wan bikin.›
 - 30
 - Wî got: ‹Na, ya bavê me Birahîm, eger yek ji nav miriyan rabe û here ba wan, ewê tobe bikin.›
 - 31
 - Birahîm ji wî re got: ‹Eger ew guhdariya Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin.›»
 
- a. 16:6 Dena Cihûyan a hingê nêzîkî 37 lître bû.
 

