Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji Mirinê Derbasbûna Jiyanê 
1
Hûn jî ji ber neheqî û gunehên xwe mirî bûn.[a]
2
Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn.
3
Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn.
4
Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir,
5
hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn.
6
Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin.
7
Wî ev yek kir, da ku dewlemendiya kerema xwe ya bêsînor bi wê qenciya ku bi Mesîh Îsa ji bo me ye, di demên ku bên de nîşan bide.
8
Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye.
9
Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede.
10
Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
Yekîtiya bi Mesîh 
11
Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin* û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin.
12
Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên* sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn.
13
Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.
14
Çimkî aştiya* me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand.
15
Wî Şerîet* bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke[b]
16
û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.[c]
17
Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.[d]
18
Çimkî bi rêberiya wî em herdu dikarin bi yek Ruhî derkevin ber Bav*.
19
Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne.
20
Hûn li ser bingeha Şandî* û pêxemberan* avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye.
21
Bi wî hemû avahî hevdû digire û ji bo ku bi Xudan bibe perestgeheke pîroz, mezin dibe.
22
Bi wî hûn jî bi hev re di Ruh de tên avakirin, da ku hûn bibin warê Xwedê.
  1. a. 2:1 Kolosî 2:13
  2. b. 2:15 Kolosî 2:14
  3. c. 2:16 Kolosî 1:20
  4. d. 2:17 Îşaya 57:19