Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Pawlos li Girava Maltayê 
1
Piştî ku em xilas bûn, em hîn bûn ku navê giravê Malta ye.
2
Xelkê giravê camêriyeke nedîtî nîşanî me da. Ji ber serma û barana ku dibarî, agir kirin û em hemû qebûl kirin.
3
Gava ku Pawlos gurzek hejik berhev kir û danî ser êgir, ji germê koremarek derket û bi destê wî ve zeliqî.
4
Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.»
5
Lê Pawlos mar veweşand nav êgir û tu ziyan nedît.
6
Ew li benda Pawlos bûn ku biwerime, an ji nişkê ve bikeve û bimire. Lê piştî ku ew demeke dirêj li hêviyê man û dîtin ku tiştek pê nehat, wan fikra xwe guhert û gotin ku ew xwedayek e.
7
Îcar nêzîkî wê derê zeviyên serokê giravê hebûn ku navê wî Popliyos bû. Wî em qebûl kirin mala xwe û sê rojan bi dostanî em kirin mêvan.
8
Bavê Popliyos bi tayê û zikêşa bixwîn ketibû û nexweş di nav nivînan de bû. Pawlos çû ba wî, destên xwe danîn ser wî, dua kir û ew qenc kir.
9
Piştî vê yekê nexweşên giravê yên din jî hatin û qenc bûn.
10
Wan gelek qedir û qîmeta me girt û gava em bi nav deryayê ve rê ketin, hemû tiştên ku hewcedariya me bi wan hebû, xistin gemiyê.
Pawlos Tê Romayê 
11
Piştî sê mehan em bi gemiyeke ji Skenderyayê ya ku zivistan li giravê derbas kiribû, bi deryayê ve bi rê ketin; nîşana xwedayên Cêwî li ser gemiyê hebû.
12
Em gihîştin Sîrekûsê û em sê rojan li wir man.
13
Ji wir em rabûn û çûn Rêgiyomê. Piştî rojekê bayê başûr rabû û roja diduyan em hatin Potiyolê.
14
Li wir me xwişk û bira dîtin û ji me hêvî kirin ku em heft rojan li ba wan bimînin. Û bi vî awayî em hatin Romayê.
15
Çaxê birayên ji wir li ser hatina me bihîstin, heta bi Çarşiya Epiyû û Sê Mêvanxaneyê hatin pêşiya me. Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand.
16
Çaxê em ketin Romayê, destûr ji Pawlos re hat dayîn ku bi leşkerê ku nobedariya wî dike re tenê rûne.
17
Îcar piştî sê rojan, Pawlos gazî giregirên Cihûyan kir ku bicivin. Gava ku ew kom bûn, wî ji wan re got: «Birano, bi ser ku min tiştekî li hember gelê me an adetên bav û kalên me nekiriye jî, ez li Orşelîmê hatim girtin û ez dam destê Romayiyan.
18
Çaxê wan ez kişandim pirsyariyê, wan xwest ku min berdin, çimkî ji bo kuştina min sedemek tunebû.
19
Lê gava ku Cihû li hember vê yekê derketin, bi ser ku giliyekî min li hember miletê min tunebû jî, ez mecbûr bûm ku doza xwe bibim ber Qeyser.[a]
20
Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»
21
Wan lê vegerand û gotin: «Me li ser te tu name ji Cihûstanê nestandine, ne jî yek ji birayên ku hatiye vir xeber daye me, an tiştekî nebaş li ser te gotiye.
22
Lê em dixwazin ji te bibihîzin ka tu çi difikirî. Çimkî em dizanin ku li her derê li hember vê mezhebê dipeyivin.»
Pawlos li Romayê Hîn Dike 
23
Îcar rojek ji bo wî kifş kirin û gelek hatin ba wî, wî cihê ku lê dima. Ew ji serê sibê heta êvarê ji wan re şîrove kir, li ser Padîşahiya Xwedê şahidî kir û xebitî ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya wan bi Îsa bîne.
24
Hinekan bawerî bi tiştên ku hatibûn gotin, anîn û hinekan jî neanîn.
25
Çaxê di nav xwe de li hev nehatin, beriya ku herin Pawlos ev peyv got: «Ruhê Pîroz bi devê Îşaya pêxember ji bav û kalên we re weha rast gotiye:
26
‹Here ba vî gelî û bêje:
Hûn çiqas bibihîzin jî,
Hûn tu caran fêm nakin.
Hûn çiqas bibînin jî,
Hûn tu caran tênagihîjin.
27
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›[b]
28
-29 De îcar bizanin ku ev xilaskirina Xwedê ji miletan re hatiye şandin û ewê guhdarî bikin.»
30
Pawlos du sal sax li mala xwe ya ku kirê kiribû ma û her kesê ku dihat ba wî qebûl dikir.
31
Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin.
  1. a. 28:19 Karên Şandiyan 25:11
  2. b. 28:26-27 Ji: Îşaya 6:9-10