Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Pawlos bi Gemiyê Dibin Romayê
 - 1
 - Gava biryar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos û hin girtiyên din spartin sersedekî ji tabûra* Qeyser, ku navê wî Yûlyos bû.
 - 2
 - Em li gemiyeke Edremîtê ya ku diçû keviyên herêma Asyayê* siwar bûn û bi nav deryayê ve çûn. Ji Selanîkê Erîstarxosê* Mekedonî bi me re bû.
 - 3
 - Dotira rojê em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe, da ku lê binêrin.
 - 4
 - Em ji wir bi deryayê ve çûn û ji ber ku ba ji hember me ve dihat, em di aliyê Qibrisê yê bê ba re derbas bûn.
 - 5
 - Piştî ku em di deryaya pêşberî Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, em gihîştin Mîra bajarê Lîkyayê.
 - 6
 - Li wir sersed gemiyeke ji Skenderyayê ya ku diçû Îtalyayê dît û em li wê siwar kirin.
 - 7
 - Gelek rojan em hêdî hêdî çûn û bi zehmet em gihîştin pêşberî Kinîdosê. Ji ber ku bayê rê neda me, em di aliyê Girîtê yê di bin bayê re, di pêşberî Salmonê re derbas bûn.
 - 8
 - Bi zehmet em di vê keviyê de derbas bûn û gihîştin dereke ku jê re dibêjin Lengergeha* Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.
 - 9
 - Gelek dem hatibû windakirin, ji xwe Roja Rojiyê bihûrî bû û ji ber ku êdî rêwîtiya deryayê talûke bû, Pawlos şîret li wan kir û[a]
 - 10
 - got: «Gelî hevalan, ez dibînim ku rêwîtî ne tenê ji bo bar û gemiyê, lê ji bo me bi xwe jî, wê gelek bi ziyan û zehmet be.»
 - 11
 - Lê sersed ji gotinên Pawlos zêdetir ji serekê gemîvanan û ji xwediyê gemiyê bawer dikir.
 - 12
 - Ji ber ku lengergeh ji bo bihûrandina zivistanê xweşkeys nebû, pirraniya wan biryar da ku ji wir bi deryayê ve herin û eger çêbe bigihîjin Fînîksê û zivistanê li wir derbas bikin. Fînîks lengergeha Girîtê bû, li başûr û li bakûrê rojava dinêrî.
 - Firtona Deryayê
 - 13
 - Çaxê ku bayekî nerm ê başûr hat, wan guman kir ku ew gihîştin mebesta xwe, lenger kişandin û bi keviya Girîtê ve çûn.
 - 14
 - Piştî kêlîkekê, ji aliyê Girîtê ve firtoneke xurt a bakûrê-rojhilat rabû ku jê re digotin ‹Êvrîkilon›.
 - 15
 - Firtonê li gemiyê xist, êdî wê nikaribû li hember şeqilan here, me dev jê berda û em hatin xişandin.
 - 16
 - Em di giraveke biçûk a ku navê wê Kawda bû re derbas bûn, di bin aliyê wê yê bê ba re, bi zorê me destê xwe gihand qeyikê.
 - 17
 - Piştî ku qeyik kişandin jor, gemî ji binî ve bi kendîran asê kirin. Ji tirsa ku wê di Kendava Sirtê de li girên seylakê* yên di bin avê de bikevin, taximên gemiyê anîn xwar û bi vî awayî xişxişîn û çûn.
 - 18
 - Firtonê gelek zor li me kir, dotira rojê dest pê kirin barê gemiyê avêtin deryayê.
 - 19
 - Roja sisiyan bi destên xwe hacetên gemiyê avêtin.
 - 20
 - Gelek rojan ne tav û ne jî stêr xuya bûn û firtone ranewesta, êdî hemû hêviya me ya xilasbûnê winda bû.
 - 21
 - Îcar çaxê ku demeke dirêj wan xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rawesta û got: «Hevalno, diviya ku we bi ya min bikira, hûn ji Girîtê derneketana û we ev ziyan û zehmet nedîtana.
 - 22
 - Û niha ez hêvî ji we dikim, bi zirav bin; çimkî kesekî ji we jiyana xwe winda nake, bi tenê gemî wê here.
 - 23
 - Çimkî şeva din milyaketekî wî Xwedayê ku ez yê wî me û xizmetê ji wî re dikim, li ba min rawesta,
 - 24
 - û got: ‹Netirse Pawlos; divê tu li ber Qeyser rawestî û hemû yên ku bi te re di gemiyê de ne, va ye, Xwedê ew dan xatirê te.›
 - 25
 - Loma bi zirav bin, hevalno. Çimkî ez ji Xwedê bawer dikim, wek ku wî ji min re gotiye, wê çêbe.
 - 26
 - Lê divê em bikevin giravekê.»
 - Reşahî Tê Dîtin
 - 27
 - Çaxê ku bû şeva çardehan, em hê di deryaya Adriyatîkê de dixişxişîn. Li dor nîvê şevê gemîvanan guman kir ku nêzîkî bejê bûne.
 - 28
 - Hingê kûrpîv avêtin û dîtin ku bi qasî bîst baskî ye. Hinekî din pêşve çûn, dîsa pîvan û dîtin ku panzdeh bask e.[b]
 - 29
 - Ew ditirsiyan ku em li dereke kevirîn bikevin; ji paş gemiyê ve çar lenger avêtin û ji bo ku roj derkeve dua kirin.
 - 30
 - Lê çaxê gemîvan dixebitîn ku ji gemiyê birevin û wek ku ji pêş ve wê lenger bavêtana, qeyik berdan deryayê,
 - 31
 - Pawlos ji sersed û leşkeran re got: «Eger ev mirov di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xilas bibin.»
 - 32
 - Hingê leşkeran şerîtên qeyikê birrîn û ew xistin.
 - 33
 - Serê sibê, Pawlos ji hemûyan hêvî kir ku xwarinê bixwin û got: «Îro çardeh roj e ku hûn radiwestin, we tiştek nexwariye û hûn birçî ne.
 - 34
 - Loma ez ji we hêvî dikim ku hûn xwarinê bixwin; çimkî ev ji bo rizgariya we ye. Ji ber ku mûyek ji serê yekî ji we winda nabe.»
 - 35
 - Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar.
 - 36
 - Hingê hemû jî bi zirav bûn û nan xwarin.
 - 37
 - – Di gemiyê de em hemû bi hev re du sed û heftê û şeş nefs bûn. –
 - 38
 - Piştî ku têr nan xwarin, genim rijandin deryayê û gemî sivik kirin.
 - 39
 - Çaxê bû roj bej nas nekirin, lê tengaveke ku seylaka* wê hebû dîtin û dixwestin, eger çêbe, gemiyê biajon wê derê.
 - 40
 - Hingê kendîrên lengeran birrîn, di deryayê de hiştin. Lingên kotelan* sist kirin, babezka pêşiyê li bayê vekirin û berê xwe dan seylakê.[c]
 - 41
 - Lê gemî di nav du herikînên dijber de ma û li wir rawesta; serê gemiyê di erdê de çikilî û hew lebitî. Lê ji ber hêza şeqilan paşiya wê dest pê kir ji hev vebû.
 - 42
 - Hingê leşkeran xist dilê xwe ku girtiyan bikujin, da ku kesekî sobayiyê neke û nereve.
 - 43
 - Lê sersed xwest ku Pawlos xilas bike, nehişt ku vê niyeta xwe bînin cih. Wî emir kir, pêşî yên ku dizanin sobayiyê bikin, xwe ji gemiyê bavêjin û derkevin bejê
 - 44
 - û yên mayî jî, hinek li ser depan û hinek jî li ser perçên gemiyê derkevin bejê. Bi vî awayî hemû xilas bûn û derketin bejê.
 
- a. 27:9 Roja Rojiyê: Rojiya Roja Goriya Berdêlê. Ev cejneke Cihûyan bû û di dawiya meha nehan an jî di destpêka meha dehan (ên niha) dihat pîrozkirin; binêre Qanûna Kahîntiyê 16:29.
 - b. 27:28 Bîst baskî nêzîkî 40 metre ye.
 - c. 27:40 Kotel: Dimen.
 

