Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê ya Dawid
 - 1
 - Bila niha Îsraêl bêje:
"Eger Xudan ne bi me re bûya, - 2
 - Gava ku dijmin êrîşî me dikir,
Eger Xudan ne bi me re bûya, - 3
 - Çaxê kela hêrsa wan rabûbû,
Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda. - 4
 - Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira,
Pêl di ser me re derbas bibûna. - 5
 - Hingê wê avên rabûyî,
Em bi xwe re bibirana." - 6
 - Bila Xudan pîroz be,
Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan! - 7
 - Canê me,
Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû,
Dafik şikest, em xelas bûn. - 8
 - Alîkariya me bi navê Xudan e,
Ew afirandarê erd û ezman e. 

