Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê ya Dawid
- 1
- Bila niha Îsraêl bêje:
 "Eger Xudan ne bi me re bûya,
- 2
- Gava ku dijmin êrîşî me dikir,
 Eger Xudan ne bi me re bûya,
- 3
- Çaxê kela hêrsa wan rabûbû,
 Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda.
- 4
- Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira,
 Pêl di ser me re derbas bibûna.
- 5
- Hingê wê avên rabûyî,
 Em bi xwe re bibirana."
- 6
- Bila Xudan pîroz be,
 Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan!
- 7
- Canê me,
 Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû,
 Dafik şikest, em xelas bûn.
- 8
- Alîkariya me bi navê Xudan e,
 Ew afirandarê erd û ezman e.

