Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê ya Dawid 
1
Bila niha Îsraêl bêje:
"Eger Xudan ne bi me re bûya,
2
Gava ku dijmin êrîşî me dikir,
Eger Xudan ne bi me re bûya,
3
Çaxê kela hêrsa wan rabûbû,
Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda.
4
Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira,
Pêl di ser me re derbas bibûna.
5
Hingê wê avên rabûyî,
Em bi xwe re bibirana."
6
Bila Xudan pîroz be,
Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan!
7
Canê me,
Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû,
Dafik şikest, em xelas bûn.
8
Alîkariya me bi navê Xudan e,
Ew afirandarê erd û ezman e.