Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silavkirin 
1
Ji Pawlos*, Sîlas* û Tîmotêyos*,
ji civîna* bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bav Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
Kerem û aştî li ser we be.
Baweriya Qenc a Selanîkiyan 
2
Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe.
3
Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya* we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe.
4
Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin,
5
çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê*, lê belê bi hêzê, bi Ruhê* Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Hûn dizanin ku em ji bo we, di nav we de mirovên çawa bûn.
6
Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.[a]
7
Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên Mekedonya û Axayayê* bûn mînak.
8
Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wusa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin.
9
Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin
10
û li hêviya hatina Kurê wî ya ji ezmanan bin. Ev, ew Îsa ye, ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û ew e yê ku me ji xezeba ku tê xilas dike.
  1. a. 1:6 Karên Şandiyan 17:5-9