Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Dozên di nav Bawermendan de 
1
Dema di nav we de doza yekî bi yekî din re hebe, çawa diwêre ku ne li ber pîrozan, lê li ber neheqan dozê veke?
2
Ma hûn nizanin ku pîroz wê dîwana dinyayê bikin? Madem ku hûnê dîwana dinyayê bikin, ma hûn têrê nakin ku li ser dozên herî biçûk biryarê bidin?
3
Ma hûn nizanin ku emê dîwana milyaketan bikin? Îcar tiştên rojane li ku derê dimînin?
4
Îcar çaxê dozên tiştên vê dinyayê di nav we de hebin, ma hûn wan ên ku ji aliyê civînê ve kêm tên dîtin, ji bo dîwankirinê rûdinînin?
5
Ji bo ku hûn şerm bibin, ez van dibêjim. Ma di nav we de yekî şehreza peyda nabe, ku bikare di navbera birayan de dadgeriyê bike?
6
Lê bira li hember bira dozê vedike, hem jî li ber bêbaweran!
7
Ya rast ji xwe li hember hevdû dozvekirina we, ji bo we bi tevahî binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku malê we bê xwarin?
8
Lê belê hûn bi xwe neheqiyê dikin û malê kesên din dixwin. Hem jî hûn vê yekê bi birayên dikin.
9
Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin? Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest*, an zînakar, an qûnde, an qûngê,
10
an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.
11
Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.
Bi Bedena Xwe Xwedê Bilind bikin 
12
«Ji bo min her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi kêr e. «Ji bo min her tişt serbest e», lê belê ez nabim bindestê tu tiştî.
13
Xwarin ji bo zik e, zik jî ji bo xwarinê ye. Lê belê Xwedê wê hem zik û hem jî xwarinê wêran bike. Beden ne ji bo fuhûşê ye, lê ji bo Xudan e. Xudan jî ji bo bedenê ye.
14
Xwedê hem Xudan rakir, hem jî wê bi hêza xwe me rake.
15
Ma hûn nizanin ku bedenên we endamên Mesîh in? Ma ez endamên Mesîh bistînim û bikim endamên fahîşeyê? Na, tu caran!
16
Ma hûn nizanin yê ku bi fahîşê ve bizeliqe, bi wê re dibe bedenek? Ji xwe hatiye gotin: «Herdu wê bibin bedenek.»[a]
17
Lê yê ku bi Xudan ve bizeliqe, bi wî re dibe ruhek.
18
Ji fuhûşê birevin. Her gunehê ku mirov bike, li derveyî bedenê ye, lê yê ku fuhûşê dike, li hember bedena xwe guneh dike.
19
An ma hûn nizanin ku bedena we Perestgeha* Ruhê* Pîroz ê ku di hundirê we de ye, ku we ji Xwedê standiye? Hûn ne yên xwe bi xwe ne.[b]
20
Çimkî hûn bi bihayekî hatin kirrîn; ji ber vê yekê Xwedê di bedena xwe de bilind bikin.
  1. a. 6:16 Ji: Destpêkirin 2:24; Metta 19:5
  2. b. 6:19 Korîntî I, 3:16; Korîntî II, 6:16