Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Diyariyên Ruhanî 
1
Îcar heçî pirsa diyariyên ruhanî ye, birano, ez naxwazim ku hûn nezan bimînin.
2
Gava ku hûn pûtperest* bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.
3
Ji bo vê yekê ez bi we didim zanîn: Tu kes bi peyivîna ku bi Ruhê Xwedê ye nabêje: «Nifir li Îsa be!» Û eger ne bi Ruhê Pîroz be, tu kes nikare bêje: «Îsa Xudan e.»
4
Îcar cûreyên diyariyên ruhanî hene, lê Ruh eynî ye.
5
Û cûreyên xizmetan hene, lê Xudan eynî ye.
6
Û cûreyên kirinan jî hene, lê yê ku di hemûyan de her karî dike eynî Xwedê ye.
7
Eşkerebûna Ruh ji bo berjewendiya gelemperî ji her kesî re tê dayîn.
8
Bi saya Ruh ji yekî re peyva şehrezayiyê, ji yekî din re jî bi eynî Ruhî peyva zanînê tê dayîn,
9
bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.
10
Ji yekî re hêza kirina kerametan, ji yekî re pêxemberîtî, ji yekî re karîna ji hev ferqkirina ruhan, ji yekî re zimanên* cûr bi cûr, ji yekî re karîna wergerandina zimanan tê dayîn.[a]
11
Yê ku van hemûyan pêk tîne, yek û eynî Ruh e. Ruh li gor daxwaza xwe van cihê cihê li her kesî belav dike.
Yekîtiya Bedenê 
12
Çawa ku beden yek e û gelek endamên wê hene û bi ser ku endamên bedenê gelek in jî, hemû yek beden in, Mesîh jî wusa ye.[b]
13
Çimkî em, dixwazî Cihû, dixwazî Yewnanî*, dixwazî xulam, dixwazî azad bin; em hemû bi yek Ruhî hatin imad* kirin ku em bibin bedenek û ji me hemûyan re eynî Ruh hat dayîn ku em jê vexwin.
14
Ji xwe beden ne endamek e, lê gelek endam e.
15
Eger ling bêje: «Ji ber ku ez ne dest im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
16
Eger guh bêje: «Ji ber ku ez ne çav im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
17
Eger hemû beden çav bûya, hingê bihîstin li ku derê dima? Eger hemû bihîstin bûya, bîhnkirin li ku derê dima?
18
Lê Xwedê her yek ji endaman li gor daxwaza xwe di bedenê de bi cih kir.
19
Îcar, eger hemû endamek bûya, beden li ku derê dima?
20
Lê niha gelek endam, lê tenê bedenek heye.
21
Çav nikare ji dest re bêje: «Hewcedariya min bi te tune!» Serî jî nikare ji lingan re bêje: «Hewcedariya min bi we tune!»
22
Tam bervajiyê vê yekê, endamên bedenê yên ku lewaz tên dîtin, hê lazimtir in.
23
Endamên bedenê yên ku em bêsiyanet dibînin, em bêtir siyaneta wan digirin û endamên me yên ku ne spehî ne hê bêtir hurmet ji wan re tê kirin,
24
lê hewcedariya endamên me yên spehî bi vê yekê tune. Lê belê Xwedê beden weha bi hevdû ve danî: hê bêtir siyanetgirtin da yê kêm,
25
da ku di bedenê de cihêtî nebe, lê belê endam bi eynî pîvanê xema hev bixwin.
26
Eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin.
27
Îcar hûn bedena Mesîh in û endamên wî yên cihê cihê ne.
28
Xwedê di civîna bawermendan de, pêşî Şandî, duwem pêxember*, sêwem mamoste, piştre yên ku kerametan dikin, yên ku nexweşan qenc dikin, yên ku alîkariya kesên din dikin, yên ku dikarin îdare bikin û yên ku zimanên* din dipeyivin destnîşan kir.[c]
29
Ma hemû Şandî ne? Ma hemû pêxember in? Ma hemû mamoste ne? Ma hemû kerametan dikin?
30
Ma diyariya hemûyan heye ku nexweşan qenc bikin? Ma hemû bi zimanan dipeyivin? Ma hemû zimanan werdigerînin?
31
Îcar hûn bi xîret diyariyên bilindtir bixwazin.
Û ezê riyeke hê çêtir nîşanî we bidim.
  1. a. 12:10 Zimanên cûr bi cûr: Carna şagirtên Îsa bi saya Ruhê Pîroz dikarin bi zimanên ku pê nizanin û hîn nebûn bipeyivin.
  2. b. 12:4-12 Romayî 12:4-8
  3. c. 12:28 Efesî 4:11