Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Diyariyên Ruhanî
 - 1
 - Îcar heçî pirsa diyariyên ruhanî ye, birano, ez naxwazim ku hûn nezan bimînin.
 - 2
 - Gava ku hûn pûtperest* bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.
 - 3
 - Ji bo vê yekê ez bi we didim zanîn: Tu kes bi peyivîna ku bi Ruhê Xwedê ye nabêje: «Nifir li Îsa be!» Û eger ne bi Ruhê Pîroz be, tu kes nikare bêje: «Îsa Xudan e.»
 - 4
 - Îcar cûreyên diyariyên ruhanî hene, lê Ruh eynî ye.
 - 5
 - Û cûreyên xizmetan hene, lê Xudan eynî ye.
 - 6
 - Û cûreyên kirinan jî hene, lê yê ku di hemûyan de her karî dike eynî Xwedê ye.
 - 7
 - Eşkerebûna Ruh ji bo berjewendiya gelemperî ji her kesî re tê dayîn.
 - 8
 - Bi saya Ruh ji yekî re peyva şehrezayiyê, ji yekî din re jî bi eynî Ruhî peyva zanînê tê dayîn,
 - 9
 - bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.
 - 10
 - Ji yekî re hêza kirina kerametan, ji yekî re pêxemberîtî, ji yekî re karîna ji hev ferqkirina ruhan, ji yekî re zimanên* cûr bi cûr, ji yekî re karîna wergerandina zimanan tê dayîn.[a]
 - 11
 - Yê ku van hemûyan pêk tîne, yek û eynî Ruh e. Ruh li gor daxwaza xwe van cihê cihê li her kesî belav dike.
 - Yekîtiya Bedenê
 - 12
 - Çawa ku beden yek e û gelek endamên wê hene û bi ser ku endamên bedenê gelek in jî, hemû yek beden in, Mesîh jî wusa ye.[b]
 - 13
 - Çimkî em, dixwazî Cihû, dixwazî Yewnanî*, dixwazî xulam, dixwazî azad bin; em hemû bi yek Ruhî hatin imad* kirin ku em bibin bedenek û ji me hemûyan re eynî Ruh hat dayîn ku em jê vexwin.
 - 14
 - Ji xwe beden ne endamek e, lê gelek endam e.
 - 15
 - Eger ling bêje: «Ji ber ku ez ne dest im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
 - 16
 - Eger guh bêje: «Ji ber ku ez ne çav im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
 - 17
 - Eger hemû beden çav bûya, hingê bihîstin li ku derê dima? Eger hemû bihîstin bûya, bîhnkirin li ku derê dima?
 - 18
 - Lê Xwedê her yek ji endaman li gor daxwaza xwe di bedenê de bi cih kir.
 - 19
 - Îcar, eger hemû endamek bûya, beden li ku derê dima?
 - 20
 - Lê niha gelek endam, lê tenê bedenek heye.
 - 21
 - Çav nikare ji dest re bêje: «Hewcedariya min bi te tune!» Serî jî nikare ji lingan re bêje: «Hewcedariya min bi we tune!»
 - 22
 - Tam bervajiyê vê yekê, endamên bedenê yên ku lewaz tên dîtin, hê lazimtir in.
 - 23
 - Endamên bedenê yên ku em bêsiyanet dibînin, em bêtir siyaneta wan digirin û endamên me yên ku ne spehî ne hê bêtir hurmet ji wan re tê kirin,
 - 24
 - lê hewcedariya endamên me yên spehî bi vê yekê tune. Lê belê Xwedê beden weha bi hevdû ve danî: hê bêtir siyanetgirtin da yê kêm,
 - 25
 - da ku di bedenê de cihêtî nebe, lê belê endam bi eynî pîvanê xema hev bixwin.
 - 26
 - Eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin.
 - 27
 - Îcar hûn bedena Mesîh in û endamên wî yên cihê cihê ne.
 - 28
 - Xwedê di civîna bawermendan de, pêşî Şandî, duwem pêxember*, sêwem mamoste, piştre yên ku kerametan dikin, yên ku nexweşan qenc dikin, yên ku alîkariya kesên din dikin, yên ku dikarin îdare bikin û yên ku zimanên* din dipeyivin destnîşan kir.[c]
 - 29
 - Ma hemû Şandî ne? Ma hemû pêxember in? Ma hemû mamoste ne? Ma hemû kerametan dikin?
 - 30
 - Ma diyariya hemûyan heye ku nexweşan qenc bikin? Ma hemû bi zimanan dipeyivin? Ma hemû zimanan werdigerînin?
 - 31
 - Îcar hûn bi xîret diyariyên bilindtir bixwazin.
Û ezê riyeke hê çêtir nîşanî we bidim. 
- a. 12:10 Zimanên cûr bi cûr: Carna şagirtên Îsa bi saya Ruhê Pîroz dikarin bi zimanên ku pê nizanin û hîn nebûn bipeyivin.
 - b. 12:4-12 Romayî 12:4-8
 - c. 12:28 Efesî 4:11
 

