Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ez xwişka me Fîbiyê ji we re tewsiye dikim. Ew bi xwe alîkara civîna* bawermendan a li Kenxêryayê ye.
2
Wê bi navê Xudan, bi awayekî ku li pîrozan tê, qebûl bikin û çi hewcedariya wê bikeve ba we, alîkariya wê bikin. Çimkî ew jî ji gelekan re û ji min re jî bû alîkar.
3
Silavan li Priskîla* û Akîlas bikin, ku bi saya Mesîh Îsa hevalkarên min in.
4
Wan di ber min de stûyê xwe danîn. Ne bi tenê ez, lê belê hemû civînên bawermendan ên di nav miletan de jî ji wan re spasdar in.
5
Silavan li civîna ku li mala wan dicive jî bikin. Silavan li hevalê min ê hezkirî Apênetos bikin. Ew ji wan ên ku li herêma Asyayê* bawerî bi Mesîh anîne, yê pêşî ye.[a]
6
Silavan li Meryema ku ji bo we gelek xebitiye bikin.
7
Silavan li Andronîkos û li Yûnya bikin, ku di nav Şandiyan de giranbiha ne, mirovên min û bi min re girtî ne û hê beriya min bawerî bi Mesîh anîne.
8
Silavan li Ampliyatos bikin ê ku bi saya Xudan hezkiriyê min e.
9
Silavan li hevalkarê me yê bi Mesîh Urbanos û li hezkiriyê min Staxîs bikin.
10
Silavan li Apêlîs ê ku bi Mesîh hatiye erêkirin, bikin. Silavan li maliyên Arîstopolos bikin.
11
Silavan li mirovê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîs bikin ên ku di baweriya Xudan de ne.
12
Silavan li Trîfênayê û li Trîfosayê bikin, yên ku di xizmeta Xudan de dixebitin. Silavan li Persîsa delal a ku di xizmeta Xudan de gelek ked daye bikin.
13
Silavan li bijartiyê Xudan Rûfos û diya wî ya ku ji min re jî dêyîtî kiriye, bikin.
14
Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermîs, Patrobas, Hermas û li birayên ku bi wan re ne bikin.
15
Silavan li Fîlologos, Yûliya, Nêrews û xwişka wî, li Olîmpas û hemû pîrozên ku bi wan re ne bikin.
16
Bi ramûsana pîroz silavan li hevdû bikin. Hemû civînên bawermendan ên Mesîh silavan li we dikin.
Şîretên Dawî û Xatir 
17
Îcar, birano, ez ji we hêvî dikim ku haya we ji wan mirovan hebe yên ku li hember wê hîndariya ku hûn hîn bûne, dubendiyê çêdikin û xelkê diterpilînin*. Ji wan dûr bin.
18
Çimkî yên weha ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin. Bi gotinên xweş û xemilandî dilê mirovên saf dixapînin.
19
Guhdana we gihîşt guhê hemûyan. Loma ez ji bo we şa dibim. Lê ez dixwazim ku hûn ji bo kirinên qenc jîr û ji bo yên xerab saf bin.
20
Xwedayê aştiyê wê di demeke kurt de Îblîs di bin lingên we de biperçiqîne. Kerema Xudanê me Îsa li ser we be.
21
Hevalkarê min Tîmotêyos* û mirovên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros silavan li we dikin.
22
Ez Tertiyos, yê ku ev name nivîsiye, bi navê Xudan silavan li we dikim.
23
-24 Gayosê ku mêvandarê min û tevahiya civînê ye silavan li we dike. Xiznedarê bajêr Erastos* û birayê me Kuwartos silavan li we dikin.[b]
Dua û Şikir 
25
Îcar bila rûmet ji wî Xwedayî re be yê ku dikare li gor Mizgîniya min û danezana Îsa Mesîh we qayîm bike; ew sira ku ji demên berê ve hatibû veşartin
26
niha eşkere bûye û bi nivîsarên pêxemberan li gor emrê Xwedayê herheyî hatiye dazanîn da ku hemû milet bi ya baweriyê bikin.
27
Bila bi saya Îsa Mesîh her û her rûmet ji Xwedê re be, ew Xwedayê ku bi tenê zana ye. Amîn
  1. a. 16:5 Peyv bi peyv: «Ew li Asyayê ji bo Mesîh berê* pêşî ye.»
  2. b. 16:23 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be. Amîn.»