Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê hatiye gazîkirin ku bibe Şandiyê Mesîh Îsa û ji birayê me Sostênîs,
2
ji civîna* bawermendan a Xwedê ya li Korîntê, ji yên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin û ji hemûyên ku li her derê gazî navê Îsa Mesîhê ku Xudanê* me û yê wan e dikin re:
3
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî* li ser we be.
4
Ji bo kerema Xwedê ya ku bi Mesîh Îsa ji we re hatiye dayîn, ez hergav ji bo we ji Xwedayê xwe re spas dikim.
5
-6 Çimkî ka çawa şahidiya Mesîh di nav we de qayîm bûye, hûn bi wî di her tiştî de, di peyivîn û di zanînê de dewlemend bûne.
7
Wusa ku di tu diyariya ruhanî de kêmahiya we tune û hûn li hêviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh disekinin.
8
Ew jî wê we heta dawiyê qayîm bike, da ku hûn di Roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqusûr bin.
9
Xwedê dilsoz e: ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin, da ku hevpariya we bi Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh re hebe.
Dubendiya di Civîna Bawermendan de 
10
De îcar xwişk û birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh hêvî ji we dikim, hûn hemû eynî tiştî bifikirin, bila di nav we de dubendî tune be; lê li ser eynî fikrê û eynî dîtinê bibin yek.
11
Çimkî xwişk û birano, ji aliyê mirovên Xiloyê ve ji min re hat gotin ku di nav we de pevçûn heye.
12
Yanî ez li ser vê dibêjim: Her yek ji we dibêje: «Ez yê Pawlos im» an: «Ez yê Apolos im» an: «Ez yê Kîfas* im» an jî: «Ez yê Mesîh im.»[a]
13
Ma Mesîh hatiye parve kirin? Ma Pawlos ji bo we hat xaçkirin? An ku hûn bi navê Pawlos imad* bûn?
14
Ez ji Xwedê re şikir dikim ku min ji Krîspos û Gayos pê ve tu kes ji we imad nekiriye;
15
wusa ku tu kes nebêje ku hûn bi navê min imad bûne.
16
– Belê min maliyên Stefanas jî imad kirin, ji vê zêdetir ez nizanim ku min kesek din imad kiriye an na. –
17
Çimkî Mesîh ez neşandim ku ez imad bikim, lê belê ez şandim ku ez Mizgîniyê* bidim. Min ev yek bi şehrezayiya gotinan nekir, da ku xaça Mesîh hêza xwe winda neke.
Mesîhê ku Hêz û Şehrezayiya Xwedê Ye 
18
Erê, peyva* li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye.
19
Çimkî hatiye nivîsîn:
«Ezê zanebûna zaneyan tune bikim,
Ezê fêmdariya fêmdaran betal bikim.»[b]
20
Ma yê zana li ku derê ye? Yê Şerîetzan* li ku derê ye? Devjenîkerê şehreza yê vê dinyayê li ku derê ye? Ma Xwedê şehrezayiya dinyayê venegerand bêaqiliyê?
21
Madem ku dinyayê li gor şehrezayiya Xwedê, bi şehrezayiya xwe Xwedê nas nekir, li Xwedê xweş hat ku yên baweriyê* tînin bi bêaqiliya Mizgîniyê rizgar bike.
22
Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin,
23
lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek* û ji bo miletan bêaqilî ye;
24
lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye.
25
Çimkî bêaqiliya xwedayî di ser şehrezayiya mirovan re û bêhêziya Xwedê jî di ser hêza mirovan re ye.
26
Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin.
27
Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.
28
Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin.
29
Wusa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede.
30
Bi saya Xwedê hûn bi Mesîh Îsa re ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û rizgarî.
31
Ji bo vê yekê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»[c]
  1. a. 1:12 Kîfas: navê din ê «Petrûs» e, binêre: Yûhenna 1:42.
  2. b. 1:19 Ji: Îşaya 29:14
  3. c. 1:31 Ji: Yêremya 9:24