Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Diya Xerabiyan
 - 1
 - Yek ji wan heft milyaketên ku heft piyan bi wan re bûn hat, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê nîşanî te bidim, ka çawa ew fahîşeya mezin a ku li ser gelek avê rûniştiye, tê dîwankirin.[a]
 - 2
 - Padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin û yên ku li ser rûyê erdê rûdinin bi şeraba fuhûşiya wê serxweş bûn.»
 - 3
 - Hingê milyaket ez bi Ruh birim çolê û min jinek dît ku li ser cenawirekî sor siwar bûbû. Cenawir ji her aliyî ve bi navên çêran tije bû û heft serî û deh strûhên* wî hebûn.
 - 4
 - Jinik bi cilên binefşî û sor hatibû wergirtin û bi zêr, bi kevirên hêja, bi lal û duran hatibû xemilandin û kaseke zêrîn di destê wê de bû. Kas jî tije tiştên mekruh û tiştên fuhûşiya wê yên murdar* bû.
 - 5
 - Li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA* MEZIN, DIYA FAHÎŞEYAN Û TIŞTÊN MEKRUH ÊN DINYAYÊ.
 - 6
 - Û min dît ku jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş e.
Gava ku min ew dît, ez gelek şaş bûm. - 7
 - Hingê milyaket ji min re got: «Çima tu şaş dimînî? Ezê sira jinikê û sira wî cenawirê ku wê hildigire, yê ku heft serên wî û deh strûhên wî hene, ji te re bêjim.
 - 8
 - Ew cenawirê ku te dîtiye hebû, lê niha tune; ewê zû ji kortala* bêbinî derkeve û here helakê. Û ew ên ku li ser rûyê erdê rûdinin û navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsîn, çaxê cenawir bibînin, wê şaş bibin. Çimkî hebû û niha tune, lê wê hebe.
 - 9
 - Li vê derê aqilmendî û şehrezayî divê: Heft serî, heft çiyayên ku jinik li ser wan rûniştî ye û heft padîşah in:
 - 10
 - Pênc ji wan ketin, yek ji wan heye, yê din hê nehatiye û çaxê bê, divê demeke kurt bimîne.
 - 11
 - Cenawirê ku hebû û tune, ew bi xwe jî padîşahê heştan e. Ew yek ji heftan e û diçe helakê.
 - 12
 - «Ew deh strûhên ku te dîtine, deh padîşah in ku hê padîşahî nestandine; lê belê wê desthilatiyê bistînin, ku bi cenawir re ji bo saetekê padîşahiyê bikin.[b]
 - 13
 - Fikra van yek e, ew hêz û desthilatiya xwe didin cenawir.
 - 14
 - Evên ha wê bi Berx re şer bikin û Berx wê li hember wan bi ser keve. Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.»
 - 15
 - Û milyaket ji min re got: «Ew ava te dît ku fahîşe li ser wê rûniştî ye, gel, elalet*, milet û ziman in.
 - 16
 - Ew deh strûhên ku te dîtin û cenawir, wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û şeperze bikin, wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin.
 - 17
 - Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin û di fikrekê de bin û padîşahiya xwe bidin cenawir heta ku peyvên Xwedê bên cihê xwe.
 - 18
 - Ew jina ku te dîtiye, ew bajarê mezin e ku padîşahiya wî li ser padîşahên dinyayê heye.»
 

