Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Diya Xerabiyan 
1
Yek ji wan heft milyaketên ku heft piyan bi wan re bûn hat, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê nîşanî te bidim, ka çawa ew fahîşeya mezin a ku li ser gelek avê rûniştiye, tê dîwankirin.[a]
2
Padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin û yên ku li ser rûyê erdê rûdinin bi şeraba fuhûşiya wê serxweş bûn.»
3
Hingê milyaket ez bi Ruh birim çolê û min jinek dît ku li ser cenawirekî sor siwar bûbû. Cenawir ji her aliyî ve bi navên çêran tije bû û heft serî û deh strûhên* wî hebûn.
4
Jinik bi cilên binefşî û sor hatibû wergirtin û bi zêr, bi kevirên hêja, bi lal û duran hatibû xemilandin û kaseke zêrîn di destê wê de bû. Kas jî tije tiştên mekruh û tiştên fuhûşiya wê yên murdar* bû.
5
Li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA* MEZIN, DIYA FAHÎŞEYAN Û TIŞTÊN MEKRUH ÊN DINYAYÊ.
6
Û min dît ku jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş e.
Gava ku min ew dît, ez gelek şaş bûm.
7
Hingê milyaket ji min re got: «Çima tu şaş dimînî? Ezê sira jinikê û sira wî cenawirê ku wê hildigire, yê ku heft serên wî û deh strûhên wî hene, ji te re bêjim.
8
Ew cenawirê ku te dîtiye hebû, lê niha tune; ewê zû ji kortala* bêbinî derkeve û here helakê. Û ew ên ku li ser rûyê erdê rûdinin û navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsîn, çaxê cenawir bibînin, wê şaş bibin. Çimkî hebû û niha tune, lê wê hebe.
9
Li vê derê aqilmendî û şehrezayî divê: Heft serî, heft çiyayên ku jinik li ser wan rûniştî ye û heft padîşah in:
10
Pênc ji wan ketin, yek ji wan heye, yê din hê nehatiye û çaxê bê, divê demeke kurt bimîne.
11
Cenawirê ku hebû û tune, ew bi xwe jî padîşahê heştan e. Ew yek ji heftan e û diçe helakê.
12
«Ew deh strûhên ku te dîtine, deh padîşah in ku hê padîşahî nestandine; lê belê wê desthilatiyê bistînin, ku bi cenawir re ji bo saetekê padîşahiyê bikin.[b]
13
Fikra van yek e, ew hêz û desthilatiya xwe didin cenawir.
14
Evên ha wê bi Berx re şer bikin û Berx wê li hember wan bi ser keve. Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.»
15
Û milyaket ji min re got: «Ew ava te dît ku fahîşe li ser wê rûniştî ye, gel, elalet*, milet û ziman in.
16
Ew deh strûhên ku te dîtin û cenawir, wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û şeperze bikin, wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin.
17
Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin û di fikrekê de bin û padîşahiya xwe bidin cenawir heta ku peyvên Xwedê bên cihê xwe.
18
Ew jina ku te dîtiye, ew bajarê mezin e ku padîşahiya wî li ser padîşahên dinyayê heye.»
  1. a. 17:1 Yêremya 51:12-13
  2. b. 17:12 Daniyêl 7:24