Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike 
1
Çaxê ku Îsa ji çiyê hat xwarê, elaleteke* mezin li pey wî çû.
2
Îcar kotiyek* hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!»[a]
3
Îsa jî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» Di cih de kotîbûna wî paqij bû.
4
Hingê Îsa jê re got: «Binêre! Tu ji kesî re nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û diyariya ku Mûsa* emir kiriye pêşkêş bike, da ku ji wan re bibe şahidî.»
Baweriya Sersed 
5
Gava ku Îsa ket Kefernahûmê, sersedek* hat ba wî û bi lava jê re got:
6
«Ya Xudan, xulamê min felcbûyî, bi êşeke giran li malê di nav nivînan de ye.»
7
Îsa ji wî re got: «Ezê bêm û wî qenc bikim.»
8
Sersed lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min, lê bi tenê peyvekê* bêje û xulamê min wê qenc bibe.
9
Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin emrê min de leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim ‹Here›, ew diçe; ji yekî din re dibêjim ‹Were›, ew tê. Ez ji xulamê xwe re dibêjim ‹Vê bike›, ew dike.»
10
Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li pey wî dihatin re got: «Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê de jî min baweriyeke* weha di dilê kesekî de nedît.
11
Ez ji we re dibêjim ku ji Rojhilat û ji Rojava gelek wê bên û di Padîşahiya Ezmanan de bi Birahîm*, Îshaq* û Aqûb* re li ser sifrê rûnin.
12
Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.»
13
Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: «Here, bila wek ku te bawer* kir, ji te re bibe.» Û di wê gavê de xulam wî qenc bû.
Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike 
14
Gava ku Îsa ket mala Petrûs*, wî xesûya wî bi tayêketî razayî dît.
15
Îsa destê xwe danî ser destê wê, tayê ew berda, jinik rabû û ji wî re xizmet kir.
16
Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî* anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin.
17
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Wî êşên me kişandin
Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»[b]
Şertên Çûyîna li pey Îsa 
18
Gava Îsa elalet li dora xwe dît, wî li wan emir kir ku derbasî aliyê din ê golê bibin.
19
Hingê Şerîetzanek nêzîkî wî bû û jê re got: «Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»
20
Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê* Mirov tune ku serê xwe lê deyne.»
21
Ji şagirtên* wî yekî jê re got: «Ya Xudan! Destûrê bide min ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»
22
Lê Îsa ji wî re got: «Tu li pey min were! Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin!»
Îsa Bagerê Radiwestîne 
23
Gava ew ket qeyikê, şagirtên* wî jî li pey wî siwar bûn.
24
Ji nişkê ve di golê de bagereke mezin rabû, wusa ku pêlên avê bi ser qeyikê diketin. Heçî Îsa bû, radiza.
25
Şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Xudan! Me xilas bike! Em helak dibin!»
26
Îsa li wan vegerand: «Hey kêmîmanno, hûn çima ditirsin?» Hingê ew rabû, li bayê û li golê hilat* û bêpêjiniyeke mezin çêbû.
27
Hemû şaş man û gotin: «Ma ev mirovekî çawa ye? Ba û gol jî bi ya wî dikin!»
Îsa Du Mirovên Cinoyî Qenc Dike 
28
Gava ku Îsa derbasî aliyê din bû û gihîşt herêma Gedarîniyan, du mirovên cinoyî* ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ew ewqas har bûn ku kes nikaribû di wê riyê re derbas bibûya.
29
Îcar wan bi qîrîn gotin: «Ya Kurê* Xwedê, ma te çi ji me ye? Ma ji berî ku wext bê, tu hatî vir ku me bidî ezabê?»
30
Ji wan wêvetir garaneke mezin a berazan diçêriya.
31
Cinan ji wî lava kirin û gotin: «Eger tu me derxî, me bişîne nav garana berazan.»
32
Wî ji wan re got: «Herin!» Hingê ew derketin û çûn nav berazan. Hemû garanê xwe di kaşê re avêt golê û di avê de xeniqî.
33
Gavanên berazan reviyan, çûn bajêr, her tişt û çi ji bo yên cinoyî çêbû, gotin.
34
Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa û gava ku ew dîtin, jê lava kirin ku ji herêma wan here.
  1. a. 8:2 Li gor Şerîeta Mûsa mirovên kotî mirdar bûn û destûra wan tunebû ku nêzîkî mirovan bibin. Binêre: Qanûna Kahîntiyê 13 û 14.
  2. b. 8:17 Ji: Îşaya 53:4