Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike
 - 1
 - Çaxê ku Îsa ji çiyê hat xwarê, elaleteke* mezin li pey wî çû.
 - 2
 - Îcar kotiyek* hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!»[a]
 - 3
 - Îsa jî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» Di cih de kotîbûna wî paqij bû.
 - 4
 - Hingê Îsa jê re got: «Binêre! Tu ji kesî re nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û diyariya ku Mûsa* emir kiriye pêşkêş bike, da ku ji wan re bibe şahidî.»
 - Baweriya Sersed
 - 5
 - Gava ku Îsa ket Kefernahûmê, sersedek* hat ba wî û bi lava jê re got:
 - 6
 - «Ya Xudan, xulamê min felcbûyî, bi êşeke giran li malê di nav nivînan de ye.»
 - 7
 - Îsa ji wî re got: «Ezê bêm û wî qenc bikim.»
 - 8
 - Sersed lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min, lê bi tenê peyvekê* bêje û xulamê min wê qenc bibe.
 - 9
 - Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin emrê min de leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim ‹Here›, ew diçe; ji yekî din re dibêjim ‹Were›, ew tê. Ez ji xulamê xwe re dibêjim ‹Vê bike›, ew dike.»
 - 10
 - Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li pey wî dihatin re got: «Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê de jî min baweriyeke* weha di dilê kesekî de nedît.
 - 11
 - Ez ji we re dibêjim ku ji Rojhilat û ji Rojava gelek wê bên û di Padîşahiya Ezmanan de bi Birahîm*, Îshaq* û Aqûb* re li ser sifrê rûnin.
 - 12
 - Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.»
 - 13
 - Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: «Here, bila wek ku te bawer* kir, ji te re bibe.» Û di wê gavê de xulam wî qenc bû.
 - Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike
 - 14
 - Gava ku Îsa ket mala Petrûs*, wî xesûya wî bi tayêketî razayî dît.
 - 15
 - Îsa destê xwe danî ser destê wê, tayê ew berda, jinik rabû û ji wî re xizmet kir.
 - 16
 - Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî* anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin.
 - 17
 - Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Wî êşên me kişandin
Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»[b] - Şertên Çûyîna li pey Îsa
 - 18
 - Gava Îsa elalet li dora xwe dît, wî li wan emir kir ku derbasî aliyê din ê golê bibin.
 - 19
 - Hingê Şerîetzanek nêzîkî wî bû û jê re got: «Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»
 - 20
 - Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê* Mirov tune ku serê xwe lê deyne.»
 - 21
 - Ji şagirtên* wî yekî jê re got: «Ya Xudan! Destûrê bide min ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»
 - 22
 - Lê Îsa ji wî re got: «Tu li pey min were! Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin!»
 - Îsa Bagerê Radiwestîne
 - 23
 - Gava ew ket qeyikê, şagirtên* wî jî li pey wî siwar bûn.
 - 24
 - Ji nişkê ve di golê de bagereke mezin rabû, wusa ku pêlên avê bi ser qeyikê diketin. Heçî Îsa bû, radiza.
 - 25
 - Şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Xudan! Me xilas bike! Em helak dibin!»
 - 26
 - Îsa li wan vegerand: «Hey kêmîmanno, hûn çima ditirsin?» Hingê ew rabû, li bayê û li golê hilat* û bêpêjiniyeke mezin çêbû.
 - 27
 - Hemû şaş man û gotin: «Ma ev mirovekî çawa ye? Ba û gol jî bi ya wî dikin!»
 - Îsa Du Mirovên Cinoyî Qenc Dike
 - 28
 - Gava ku Îsa derbasî aliyê din bû û gihîşt herêma Gedarîniyan, du mirovên cinoyî* ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ew ewqas har bûn ku kes nikaribû di wê riyê re derbas bibûya.
 - 29
 - Îcar wan bi qîrîn gotin: «Ya Kurê* Xwedê, ma te çi ji me ye? Ma ji berî ku wext bê, tu hatî vir ku me bidî ezabê?»
 - 30
 - Ji wan wêvetir garaneke mezin a berazan diçêriya.
 - 31
 - Cinan ji wî lava kirin û gotin: «Eger tu me derxî, me bişîne nav garana berazan.»
 - 32
 - Wî ji wan re got: «Herin!» Hingê ew derketin û çûn nav berazan. Hemû garanê xwe di kaşê re avêt golê û di avê de xeniqî.
 - 33
 - Gavanên berazan reviyan, çûn bajêr, her tişt û çi ji bo yên cinoyî çêbû, gotin.
 - 34
 - Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa û gava ku ew dîtin, jê lava kirin ku ji herêma wan here.
 
- a. 8:2 Li gor Şerîeta Mûsa mirovên kotî mirdar bûn û destûra wan tunebû ku nêzîkî mirovan bibin. Binêre: Qanûna Kahîntiyê 13 û 14.
 - b. 8:17 Ji: Îşaya 53:4
 

