Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Xwezikdariya Rastîn
 - 1
 - Îsa elalet* dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt, şagirtên* wî hatin ba wî.
 - 2
 - Wî dest bi hînkirina wan kir û got:
 - 3
 - «Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan ya wan e.[a] - 4
 - Xwezî bi wan ên ku şîndar in,
Çimkî ewê bên aşkirin.[b] - 5
 - Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in,
Çimkî ewê erdê par bistînin.[c] - 6
 - Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne,
Çimkî ewê bên têrkirin. - 7
 - Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in,
Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin. - 8
 - Xwezî bi wan ên ku dilpak in,
Çimkî ewê Xwedê bibînin.[d] - 9
 - Xwezî bi wan ên ku aştîker* in,
Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin. - 10
 - Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan a wan e. - 11
 - Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.
 - 12
 - Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên* beriya we jî.
 - Xwê û Ronahî
 - 13
 - «Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda bike, careke din ewê bi çi bê bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin.
 - 14
 - «Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye nikare bê veşartin.
 - 15
 - Ne jî kes qendîlê pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser şamdankê ku ronahiyê bide her kesên hundir.
 - 16
 - Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wusa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê* we yê li ezmanan bidin.
 - Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan
 - 17
 - «Nefikirin ku ez hatime Şerîetê* û nivîsarên pêxemberan* ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim.
 - 18
 - Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih.
 - 19
 - Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikêne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin.
 - 20
 - De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan* û Fêrisiyan* re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
 - Hêrs û Mêrkujî
 - 21
 - «We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin*!›[e]
 - 22
 - Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê* heq bike.
 - 23
 - Loma, gava ku tu li ser gorîgehê* diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye,
 - 24
 - diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike.
 - 25
 - Hê ku tu di riya dadgehê* de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger* û dadger jî te bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê.
 - 26
 - Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê* dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.
 - Zîna
 - 27
 - «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!›[f]
 - 28
 - Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye.
 - 29
 - Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê*.
 - 30
 - Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.
 - Jinberdan
 - 31
 - «Hatiye gotin: ‹Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.›[g]
 - 32
 - Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.
 - Sondxwarin
 - 33
 - «We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.›[h]
 - 34
 - Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye,
 - 35
 - ne jî bi erdê, çimkî binlingê wî ye, ne jî bi Orşelîmê*, çimkî ew bajarê Padîşahê Mezin e
 - 36
 - û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî spî an reş bikî.
 - 37
 - Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.
 - Heyfhilanîn
 - 38
 - «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de, diran di ber diran de.›[i]
 - 39
 - Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber.
 - 40
 - Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde.
 - 41
 - Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here.[j]
 - 42
 - Bide wî yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.
 - Ji Dijminên Xwe Hez Bikin
 - 43
 - «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez* bike, ji dijminê xwe nefret bike!›[k]
 - 44
 - Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin,
 - 45
 - da ku hûn bibin zarokên Bavê* xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne.
 - 46
 - Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir* jî weha nakin?
 - 47
 - Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest* jî weha nakin?
 - 48
 - Loma bêkêmahî bin, çawa ku Bavê* we yê li ezmanan bêkêmahî ye.
 
- a. 5:3 «bi ruh belengaz» weha tê fêmkirin: «li ber Xwedê şikestî».
 - b. 5:4 Binêre: Îşaya 61:2-3
 - c. 5:5 Binêre: Zebûr 37:11
 - d. 5:8 Binêre: Zebûr 24:3-4
 - e. 5:21 Ji: Derketin 20:13; Dubarekirina Şerîetê 5:17
 - f. 5:27 Ji: Derketin 20:14; Dubarekirina Şerîetê 5:18
 - g. 5:31 Ji: Dubarekirina Şerîetê 24:1
 - h. 5:33 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:12; Hejmartin 30:2
 - i. 5:38 Ji: Derketin 21:24; Qanûna Kahîntiyê 24:20; Dubarekirina Şerîetê 19:21
 - j. 5:41 Bi Yewnanî: «Mîlek»; mîla Romayî (Îtalya) 1478,5 metre bû.
 - k. 5:43 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18
 

