Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Xwezikdariya Rastîn 
1
Îsa elalet* dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt, şagirtên* wî hatin ba wî.
2
Wî dest bi hînkirina wan kir û got:
3
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan ya wan e.[a]
4
Xwezî bi wan ên ku şîndar in,
Çimkî ewê bên aşkirin.[b]
5
Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in,
Çimkî ewê erdê par bistînin.[c]
6
Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne,
Çimkî ewê bên têrkirin.
7
Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in,
Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.
8
Xwezî bi wan ên ku dilpak in,
Çimkî ewê Xwedê bibînin.[d]
9
Xwezî bi wan ên ku aştîker* in,
Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
10
Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan a wan e.
11
Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.
12
Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên* beriya we jî.
Xwê û Ronahî 
13
«Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda bike, careke din ewê bi çi bê bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin.
14
«Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye nikare bê veşartin.
15
Ne jî kes qendîlê pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser şamdankê ku ronahiyê bide her kesên hundir.
16
Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wusa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê* we yê li ezmanan bidin.
Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan 
17
«Nefikirin ku ez hatime Şerîetê* û nivîsarên pêxemberan* ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim.
18
Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih.
19
Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikêne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin.
20
De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan* û Fêrisiyan* re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
Hêrs û Mêrkujî 
21
«We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin*!›[e]
22
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê* heq bike.
23
Loma, gava ku tu li ser gorîgehê* diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye,
24
diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike.
25
Hê ku tu di riya dadgehê* de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger* û dadger jî te bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê.
26
Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê* dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.
Zîna 
27
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!›[f]
28
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye.
29
Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê*.
30
Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.
Jinberdan 
31
«Hatiye gotin: ‹Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.›[g]
32
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.
Sondxwarin 
33
«We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.›[h]
34
Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye,
35
ne jî bi erdê, çimkî binlingê wî ye, ne jî bi Orşelîmê*, çimkî ew bajarê Padîşahê Mezin e
36
û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî spî an reş bikî.
37
Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.
Heyfhilanîn 
38
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de, diran di ber diran de.›[i]
39
Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber.
40
Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde.
41
Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here.[j]
42
Bide wî yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.
Ji Dijminên Xwe Hez Bikin 
43
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez* bike, ji dijminê xwe nefret bike!›[k]
44
Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin,
45
da ku hûn bibin zarokên Bavê* xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne.
46
Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir* jî weha nakin?
47
Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest* jî weha nakin?
48
Loma bêkêmahî bin, çawa ku Bavê* we yê li ezmanan bêkêmahî ye.
  1. a. 5:3 «bi ruh belengaz» weha tê fêmkirin: «li ber Xwedê şikestî».
  2. b. 5:4 Binêre: Îşaya 61:2-3
  3. c. 5:5 Binêre: Zebûr 37:11
  4. d. 5:8 Binêre: Zebûr 24:3-4
  5. e. 5:21 Ji: Derketin 20:13; Dubarekirina Şerîetê 5:17
  6. f. 5:27 Ji: Derketin 20:14; Dubarekirina Şerîetê 5:18
  7. g. 5:31 Ji: Dubarekirina Şerîetê 24:1
  8. h. 5:33 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:12; Hejmartin 30:2
  9. i. 5:38 Ji: Derketin 21:24; Qanûna Kahîntiyê 24:20; Dubarekirina Şerîetê 19:21
  10. j. 5:41 Bi Yewnanî: «Mîlek»; mîla Romayî (Îtalya) 1478,5 metre bû.
  11. k. 5:43 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18