Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Banga Yûhennayê Imadkar
 - 1
 - Di wan rojan de Yûhennayê* imadkar* li çola Cihûstanê* derket meydanê û weha dest bi hînkirinê kir:
 - 2
 - «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya* Ezmanan nêzîk e!»
 - 3
 - Yûhenna ew e ku Îşaya* pêxember weha li ser wî gotiye:
«Dengê yê li çolê gazî dike:
‹Riya Xudan* amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›»[a] - 4
 - Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.
 - 5
 - Hingê ji Orşelîmê*, ji hemû Cihûstanê û ji tevahiya herêma Çemê Urdunê dihatin ba wî
 - 6
 - gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad* dibûn.
 - 7
 - Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî* û Sadûqiyan* gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin?
 - 8
 - Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin.
 - 9
 - Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm* bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!
 - 10
 - Ji xwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.
 - 11
 - Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad* dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir* e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê* Pîroz û bi êgir imad bike.
 - 12
 - Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
 - Imadbûna Îsa
 - 13
 - Hingê Îsa ji Celîlê* hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad* bibe.
 - 14
 - Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin*, ma tu têyî ba min?»
 - 15
 - Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû.
 - 16
 - Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê* Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî.
 - 17
 - Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»
 
- a. 3:3 Ji: Îşaya 40:3
 

