Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje
 - 1
 - Gava ku Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî nêzîkî wî bûn û xwestin ku bala wî bikişînin ser avahiyên Perestgehê.
 - 2
 - Wî ji wan re got: «Hûn van hemûyan dibînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim, li vir kevir li ser kevir namîne. Qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!»
 - Tengahiyên Mezin
 - 3
 - Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»
 - 4
 - Îsa bersîva wan da û got: «Hay ji xwe hebin, ku tu kes we nexapîne.
 - 5
 - Çimkî gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Mesîh ez im› û wê gelekan bixapînin.
 - 6
 - Hûnê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Hay jê hebin û netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye.
 - 7
 - Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin.
 - 8
 - Lê ev tiştên ha hemû destpêka janan in.
 - 9
 - «Hingê wê we teslîm bikin, da ku êşê bi we bidin kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin.
 - 10
 - Hingê gelek wê ji rê derkevin, hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin.
 - 11
 - Û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin.
 - 12
 - Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe.
 - 13
 - Lê yê ku heta dawiyê ragire*, ewê xilas bibe.
 - 14
 - Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.
 - Felaketa Mezin
 - 15
 - «Çaxê hûn tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, çawa ku Daniyêl pêxember got, li cihê pîroz rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike –[a]
 - 16
 - «hingê yên ku di Cihûstanê de ne bila birevin çiyan.
 - 17
 - Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û tiştekî ji hundir hilnede.
 - 18
 - Û yê ku li nav zeviyê be jî, bila venegere ku ebayê xwe hilde.
 - 19
 - Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
 - 20
 - Dua bikin ku reva we nekeve zivistanê an roja* Şemiyê.
 - 21
 - Çimkî hingê tengahiyeke wusa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî.
 - 22
 - Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin.
 - 23
 - Hingê eger yek ji we re bêje: ‹Va ye, Mesîh li vir e!› an jî: ‹Wa ye, ew li wir e!›, bawer nekin.
 - 24
 - Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wusa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.
 - 25
 - Va ye, min ji pêşî ve ev ji we re got.
 - 26
 - Îcar, eger yek ji we re bêje: ‹Wa ye, Mesîh li çolê ye!› dernekevin derve, an bêje: ‹Va ye, li oda hundir e!›, bawer nekin.
 - 27
 - Çawa ku birûsk ji Rojhilat davêje û heta Rojava ronahî dike, hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
 - 28
 - Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.
 - Vegerîna Kurê Mirov
 - 29
 - «Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de,
Roj wê tarî bibe,
Û heyv ronahiya xwe nede,
Stêr wê ji ezmên bikevin.
Û rojgêranên* ezmanan wê ji riya xwe derkevin.[b] - 30
 - «Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‹Kurê Mirov bi hêz* û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.›[c]
 - 31
 - Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.
 - Dersa ji Dara Hêjîrê
 - 32
 - «Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e.
 - 33
 - Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye.
 - 34
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
 - 35
 - Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.
 - Roj û Saeta ku Bi Tenê Xwedê Dizane
 - 36
 - «Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmanan û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.
 - 37
 - Ka di rojên Nûh* de çawa bû, hatina Kurê Mirov jî wê wusa be.
 - 38
 - Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê,[d]
 - 39
 - wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
 - 40
 - Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
 - 41
 - Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
 - 42
 - «Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê.
 - 43
 - Lê vê yekê bizanin: Eger malxwê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî diz wê bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
 - 44
 - Ji ber vê yekê hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê ku hûn nizanin.
 - Xulamê Dilsoz û Xulamê Bêbext
 - 45
 - «Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan.
 - 46
 - Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
 - 47
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
 - 48
 - Lê eger ew xulamê xerab ji xwe re bêje: ‹Axayê min wê bi derengî bikeve›
 - 49
 - û dest pê bike li hevalên xwe yên xulam bixe, bi serxweşan re bixwe û vexwe,
 - 50
 - axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane
 - 51
 - û wê wî perçe perçe bike û para wî bi durûyan re bide. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
 
- a. 24:15 Binêre: Daniyêl 9:27; 11:31; 12:11
 - b. 24:29 Binêre: Îşaya 13:10; 34:4
 - c. 24:30 Ji: Daniyêl 7:13. Binêre: Peyxama Yûhenna 1:7
 - d. 24:38 Destpêkirin 6-8
 

