Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Diwanzdeh Şandî
 - 1
 - Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û desthilatî da wan ku ruhên nepak derxin, her cûreyê êş û nexweşiyan qenc bikin.
 - 2
 - Navên her diwanzdeh Şandiyan* ev in: Yê pêşî, Şimûn*, ku jê re Petrûs* digotin û birayê wî Endrawis, Aqûbê* kurê Zebedî û birayê wî Yûhenna*.
 - 3
 - Filîpos û Bertolomeyos, Tûma û Mettayê* bacgir, Aqûbê* kurê Halfayos û Tedayos.
 - 4
 - Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.
 - Şandina Diwanzdeh Şandiyan
 - 5
 - Îsa ew her diwanzdeh şandin û li wan emir kir û got: «Neçin nav miletên ne Cihû û nekevin tu bajarê Sameriyan*.
 - 6
 - Lê hê bêtir herin ba miyên windabûyî yên mala Îsraêl.
 - 7
 - Gava ku hûn herin, Mizgîniyê* bidin û bêjin: ‹Padîşahiya* Ezmanan nêzîk e!›
 - 8
 - Nexweşan qenc bikin, miriyan rakin, kotiyan* paqij bikin û cinan derxin. We belaş stand, belaş bidin.
 - 9
 - Di kemberên xwe de ne zêr, ne zîv û ne jî sifir hildin.
 - 10
 - Ji bo rêwîtiyê bi xwe re ne tûrik, ne du kiras, ne du cot çarox û ne jî dar bibin. Çimkî pale hêjayî xwarina xwe ye.
 - 11
 - «Kîjan bajar û gundê ku hûn herinê, bipirsin ka kî hêja ye û heta ku hûn derkevin, li ba wî bimînin.
 - 12
 - Gava ku hûn ketin malekê, silavê lê bikin.
 - 13
 - Eger ew mal hêja be, bila aştiya* we li ser wê be; eger ne hêja be, bila aştiya* we li we vegere.
 - 14
 - Kî ku we qebûl neke û guh nede peyva we, gava hûn ji wê malê an ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin.
 - 15
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de, rewşa diyarê Sodom* û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.[a] 
 - Tengahiyên Mezin
 - 16
 - «Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.
 - 17
 - Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;
 - 18
 - ji rûyê min ewê we bibin ber walî û padîşahan, da ku hûn ji wan û ji miletan re şahidiyê bikin.
 - 19
 - Lê çaxê ku ew we bidin dest, xeman nexwin ku hûnê çi bêjin û çawa bêjin. Di wê demê de wê ji we re bê dayîn ku hûn çi bêjin.
 - 20
 - Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Bavê we wê bi devê we bipeyive.
 - 21
 - «Bira wê birayê xwe, bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike; zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
 - 22
 - Hemû wê di ber navê min de ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
 - 23
 - «Gava ku li bajarekî tengahiyê bidin we, hûn birevin bajarekî din. Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya hatina Kurê* Mirov, hûn pê re nagihîjin ku li hemû bajarên Îsraêlê bigerin.
 - 24
 - «Şagirt ne di ser mamosteyê xwe re ye, ne jî xulam di ser axayê xwe re ye.
 - 25
 - Têra şagirt dike ku bibe wek mamosteyê xwe û têra xulam jî dike ku bibe wek axayê xwe. Eger ji malxwê malê re Belzebûl* gotin, îcar ewê ji maliyan re çi û çi nebêjin!
 - Divê Hûn ji Kê Bitirsin
 - 26
 - «Îcar ji wan netirsin. Çimkî tu tiştê nixumandî tune ku xuya nebe, ne jî tiştekî veşartî heye ku neyê zanîn.
 - 27
 - Tiştê ku ez di tariyê de ji we re bêjim, di ronahiyê de bêjin; tiştê ku di guhê we de tê gotin, li ser banî gazî bikin.
 - 28
 - Ji wan ên ku bedenê dikujin, lê nikarin can bikujin netirsin. Hê bêtir ji wî bitirsin ê ku dikare hem can û hem bedenê di dojehê* de helak bike.
 - 29
 - Ma du çivîk bi çerxiyekî* nayên firotin? Dîsa jî bê destûra Bavê we yek ji wan nakeve erdê.
 - 30
 - Heçî hûn in, mûyên serê we jî hemû hejmartî ne.
 - 31
 - Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
 - Eşkerekirin û Înkarkirin
 - 32
 - «Îcar her kesê ku li ber mirovan min eşkere bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan eşkere bikim.
 - 33
 - Lê kî ku min li ber mirovan înkar bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim.
 - Îsa Dibe Sedemê Cudabûnê
 - 34
 - «Nefikirin ku ez hatime aştiyê* bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim.
 - 35
 - Çimkî ez hatime ku ‹dijraberiyê bixim navbera bav û kur, dê û keçê, bûkê û xesûyê.
 - 36
 - Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin›.[b] 
 - 37
 - «Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e. Yê ku kur an keça xwe ji min bêtir hez dike jî, ne hêjayî min e.
 - 38
 - Û ewê ku xaça xwe hilneyne û li pey min neyê, ne hêjayî min e.
 - 39
 - Yê ku jiyana xwe bibîne, ewê we winda bike; lê yê ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê we bibîne.
 - Xelat
 - 40
 - «Yê ku we qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.
 - 41
 - Yê ku pêxemberekî ji ber ku pêxember e qebûl bike, ewê xelata ku ji bo pêxember e bistîne. Û yê ku mirovê rast ji ber ku rast e qebûl bike, ewê xelata yê rast bistîne.
 - 42
 - Û kî ku tasek ava sar bide yekî ji van biçûkan, ji ber ku ew şagirtê min e, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew tu caran xelata xwe winda nake.»
 

