Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Diwanzdeh Şandî 
1
Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û desthilatî da wan ku ruhên nepak derxin, her cûreyê êş û nexweşiyan qenc bikin.
2
Navên her diwanzdeh Şandiyan* ev in: Yê pêşî, Şimûn*, ku jê re Petrûs* digotin û birayê wî Endrawis, Aqûbê* kurê Zebedî û birayê wî Yûhenna*.
3
Filîpos û Bertolomeyos, Tûma û Mettayê* bacgir, Aqûbê* kurê Halfayos û Tedayos.
4
Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.
Şandina Diwanzdeh Şandiyan 
5
Îsa ew her diwanzdeh şandin û li wan emir kir û got: «Neçin nav miletên ne Cihû û nekevin tu bajarê Sameriyan*.
6
Lê hê bêtir herin ba miyên windabûyî yên mala Îsraêl.
7
Gava ku hûn herin, Mizgîniyê* bidin û bêjin: ‹Padîşahiya* Ezmanan nêzîk e!›
8
Nexweşan qenc bikin, miriyan rakin, kotiyan* paqij bikin û cinan derxin. We belaş stand, belaş bidin.
9
Di kemberên xwe de ne zêr, ne zîv û ne jî sifir hildin.
10
Ji bo rêwîtiyê bi xwe re ne tûrik, ne du kiras, ne du cot çarox û ne jî dar bibin. Çimkî pale hêjayî xwarina xwe ye.
11
«Kîjan bajar û gundê ku hûn herinê, bipirsin ka kî hêja ye û heta ku hûn derkevin, li ba wî bimînin.
12
Gava ku hûn ketin malekê, silavê lê bikin.
13
Eger ew mal hêja be, bila aştiya* we li ser wê be; eger ne hêja be, bila aştiya* we li we vegere.
14
Kî ku we qebûl neke û guh nede peyva we, gava hûn ji wê malê an ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin.
15
Bi rastî ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de, rewşa diyarê Sodom* û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.[a]
Tengahiyên Mezin 
16
«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.
17
Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;
18
ji rûyê min ewê we bibin ber walî û padîşahan, da ku hûn ji wan û ji miletan re şahidiyê bikin.
19
Lê çaxê ku ew we bidin dest, xeman nexwin ku hûnê çi bêjin û çawa bêjin. Di wê demê de wê ji we re bê dayîn ku hûn çi bêjin.
20
Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Bavê we wê bi devê we bipeyive.
21
«Bira wê birayê xwe, bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike; zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
22
Hemû wê di ber navê min de ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
23
«Gava ku li bajarekî tengahiyê bidin we, hûn birevin bajarekî din. Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya hatina Kurê* Mirov, hûn pê re nagihîjin ku li hemû bajarên Îsraêlê bigerin.
24
«Şagirt ne di ser mamosteyê xwe re ye, ne jî xulam di ser axayê xwe re ye.
25
Têra şagirt dike ku bibe wek mamosteyê xwe û têra xulam jî dike ku bibe wek axayê xwe. Eger ji malxwê malê re Belzebûl* gotin, îcar ewê ji maliyan re çi û çi nebêjin!
Divê Hûn ji Kê Bitirsin 
26
«Îcar ji wan netirsin. Çimkî tu tiştê nixumandî tune ku xuya nebe, ne jî tiştekî veşartî heye ku neyê zanîn.
27
Tiştê ku ez di tariyê de ji we re bêjim, di ronahiyê de bêjin; tiştê ku di guhê we de tê gotin, li ser banî gazî bikin.
28
Ji wan ên ku bedenê dikujin, lê nikarin can bikujin netirsin. Hê bêtir ji wî bitirsin ê ku dikare hem can û hem bedenê di dojehê* de helak bike.
29
Ma du çivîk bi çerxiyekî* nayên firotin? Dîsa jî bê destûra Bavê we yek ji wan nakeve erdê.
30
Heçî hûn in, mûyên serê we jî hemû hejmartî ne.
31
Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
Eşkerekirin û Înkarkirin 
32
«Îcar her kesê ku li ber mirovan min eşkere bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan eşkere bikim.
33
Lê kî ku min li ber mirovan înkar bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim.
Îsa Dibe Sedemê Cudabûnê 
34
«Nefikirin ku ez hatime aştiyê* bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim.
35
Çimkî ez hatime ku ‹dijraberiyê bixim navbera bav û kur, dê û keçê, bûkê û xesûyê.
36
Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin›.[b]
37
«Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e. Yê ku kur an keça xwe ji min bêtir hez dike jî, ne hêjayî min e.
38
Û ewê ku xaça xwe hilneyne û li pey min neyê, ne hêjayî min e.
39
Yê ku jiyana xwe bibîne, ewê we winda bike; lê yê ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê we bibîne.
Xelat 
40
«Yê ku we qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.
41
Yê ku pêxemberekî ji ber ku pêxember e qebûl bike, ewê xelata ku ji bo pêxember e bistîne. Û yê ku mirovê rast ji ber ku rast e qebûl bike, ewê xelata yê rast bistîne.
42
Û kî ku tasek ava sar bide yekî ji van biçûkan, ji ber ku ew şagirtê min e, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew tu caran xelata xwe winda nake.»
  1. a. 10:15 Destpêkirin 19
  2. b. 10:35-36 Ji: Mîxa 7:6