Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Îsa jî çû Çiyayê Zeytûnê.
2
Serê sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt û wî dest pê kir û ew hîn kirin.
3
Şerîetzan* û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê dan rawestandin.
4
Wan jê re got: «Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin.
5
Di Şerîetê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên weha bidin ber keviran. Îcar tu çi dibêjî?»
6
Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
7
Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.»
8
Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
9
Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû.
10
Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: «Sitiyê, ka ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexistî?»
11
Jinikê got: «Tu kesî, ezxadim!» Û Îsa got: «Ez jî te sûcdar dernaxim; here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.»[a]
Ronahiya Dinyayê 
12
Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
13
Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.»
14
Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê.
15
Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim.
16
Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne.
17
Di Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e.[b]
18
Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»
19
Li ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.»
20
Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.
Hûn Nikarin Bên Cihê ku Ez Diçimê 
21
Wî dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.»
22
Li ser vê yekê Cihûyan weha got: «Ma ewê xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê›?»
23
Îsa ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me.
24
Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»
25
Îcar wan jê pirsî: «Tu kî yî?» Îsa ji wan re got: «Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye.
26
Gelek tişt hene ku ez li ser we bêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re dibêjim.»
27
Wî li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir.
28
Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim.
29
Û yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.»
30
Dema ku Îsa weha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.
Rastî Wê We Azad Bike 
31
Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in.
32
Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.»
33
Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana* Birahîm* in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê azad bibin›?»
34
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e.
35
Xulam her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne.
36
Loma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin.
37
Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min.
38
Ez ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.»
Zarokên Îblîs 
39
Wan bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm bikirana.
40
Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Birahîm ev yek nekir.
41
Hûn karên bavê xwe dikin.» Wan ji wî re got: «Em ji zînayê çênebûne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.»
42
Îsa ji wan re got: «Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime.
43
Çima hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min ranagirin.
44
Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.
45
Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin.
46
Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin?
47
Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.»
Îsa û Birahîm 
48
Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji Sameryayê* yî û tu bi cinan ketiyî?»
49
Îsa ji wan re got: «Ez bi cinan neketime, bervajiyê vê, ez siyaneta* Bavê xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin.
50
Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê* dike heye.
51
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.»
52
Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.›
Jina Gunehkar tê Efûkirin 
53
Û her kes çû mala xwe,
Nexwe tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe kî dibînî?»
54
Îsa bersîv da: «Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‹Ew Xwedayê me ye.›
55
Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî nas dikim û gotina wî digirim.
56
Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.»
57
Cihûyan jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?»
58
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»[c]
59
Îcar wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê derket derve.
  1. a. 8:11 Di hin nivîsaran de 7:53-8:11 tune.
  2. b. 8:17 Dubarekirina Şerîetê 19:15
  3. c. 8:58 Derketin 3:13-14