Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - 1
 - Îsa jî çû Çiyayê Zeytûnê.
 - 2
 - Serê sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt û wî dest pê kir û ew hîn kirin.
 - 3
 - Şerîetzan* û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê dan rawestandin.
 - 4
 - Wan jê re got: «Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin.
 - 5
 - Di Şerîetê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên weha bidin ber keviran. Îcar tu çi dibêjî?»
 - 6
 - Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
 - 7
 - Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.»
 - 8
 - Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
 - 9
 - Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû.
 - 10
 - Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: «Sitiyê, ka ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexistî?»
 - 11
 - Jinikê got: «Tu kesî, ezxadim!» Û Îsa got: «Ez jî te sûcdar dernaxim; here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.»[a] 
 - Ronahiya Dinyayê
 - 12
 - Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
 - 13
 - Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.»
 - 14
 - Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê.
 - 15
 - Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim.
 - 16
 - Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne.
 - 17
 - Di Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e.[b]
 - 18
 - Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»
 - 19
 - Li ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.»
 - 20
 - Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.
 - Hûn Nikarin Bên Cihê ku Ez Diçimê
 - 21
 - Wî dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.»
 - 22
 - Li ser vê yekê Cihûyan weha got: «Ma ewê xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê›?»
 - 23
 - Îsa ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me.
 - 24
 - Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»
 - 25
 - Îcar wan jê pirsî: «Tu kî yî?» Îsa ji wan re got: «Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye.
 - 26
 - Gelek tişt hene ku ez li ser we bêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re dibêjim.»
 - 27
 - Wî li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir.
 - 28
 - Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim.
 - 29
 - Û yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.»
 - 30
 - Dema ku Îsa weha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.
 - Rastî Wê We Azad Bike
 - 31
 - Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in.
 - 32
 - Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.»
 - 33
 - Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana* Birahîm* in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê azad bibin›?»
 - 34
 - Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e.
 - 35
 - Xulam her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne.
 - 36
 - Loma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin.
 - 37
 - Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min.
 - 38
 - Ez ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.»
 - Zarokên Îblîs
 - 39
 - Wan bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm bikirana.
 - 40
 - Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Birahîm ev yek nekir.
 - 41
 - Hûn karên bavê xwe dikin.» Wan ji wî re got: «Em ji zînayê çênebûne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.»
 - 42
 - Îsa ji wan re got: «Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime.
 - 43
 - Çima hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min ranagirin.
 - 44
 - Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.
 - 45
 - Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin.
 - 46
 - Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin?
 - 47
 - Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.»
 - Îsa û Birahîm
 - 48
 - Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji Sameryayê* yî û tu bi cinan ketiyî?»
 - 49
 - Îsa ji wan re got: «Ez bi cinan neketime, bervajiyê vê, ez siyaneta* Bavê xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin.
 - 50
 - Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê* dike heye.
 - 51
 - Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.»
 - 52
 - Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.›
 - Jina Gunehkar tê Efûkirin
 - 53
 - Û her kes çû mala xwe,
 - Nexwe tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe kî dibînî?»
 - 54
 - Îsa bersîv da: «Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‹Ew Xwedayê me ye.›
 - 55
 - Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî nas dikim û gotina wî digirim.
 - 56
 - Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.»
 - 57
 - Cihûyan jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?»
 - 58
 - Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»[c]
 - 59
 - Îcar wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê derket derve.
 
- a. 8:11 Di hin nivîsaran de 7:53-8:11 tune.
 - b. 8:17 Dubarekirina Şerîetê 19:15
 - c. 8:58 Derketin 3:13-14
 

