Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mirina Lazar
 - 1
 - Îcar mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê* û xwişka wê Mertayê bû.
 - 2
 - Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn.
 - 3
 - Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.»
 - 4
 - Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»
 - 5
 - Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir.
 - 6
 - Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma.
 - 7
 - Paşê wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.»
 - 8
 - Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?»
 - 9
 - Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj bigere, naterpile*, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne.
 - 10
 - Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.»
 - 11
 - Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.»
 - 12
 - Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.»
 - 13
 - Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje.
 - 14
 - Li ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye.
 - 15
 - Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.»
 - 16
 - Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»
 - Vejîn û Jiyan
 - 17
 - Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê.
 - 18
 - Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû.
 - 19
 - Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.
 - 20
 - Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma.
 - 21
 - Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.
 - 22
 - Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.»
 - 23
 - Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.»
 - 24
 - Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja* Vejînê ewê dîsa rabe.»
 - 25
 - Îsa ji wê re got: «Vejîn* û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî.
 - 26
 - Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»
 - 27
 - Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan*, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.»
 - Îsa Digirî
 - 28
 - Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.»
 - 29
 - Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa.
 - 30
 - Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî.
 - 31
 - Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî.
 - 32
 - Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.»
 - 33
 - Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt.
 - 34
 - Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.»
 - 35
 - Îsa giriya.
 - 36
 - Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!»
 - 37
 - Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
 - Îsa Lazarê Mirî Radike
 - 38
 - Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû.
 - 39
 - Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.»
 - 40
 - Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?»
 - 41
 - Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.
 - 42
 - Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
 - 43
 - Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!»
 - 44
 - Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
 - Şêwira Kuştina Îsa
 - 45
 - Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn.
 - 46
 - Lê hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin.
 - 47
 - Îcar Fêrisî û serekên kahînan civîna* giregiran gazî ba hev kirin û gotin: «Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike.
 - 48
 - Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.»
 - 49
 - Yekî ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: «Hûn qet tiştekî fêm nakin.
 - 50
 - Ma hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de mirovek bimire, ji bo we çêtir e.»
 - 51
 - Wî ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî pêxemberîtî kir ku Îsa wê ji bo milet bimire.
 - 52
 - Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira.
 - 53
 - Îcar ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.
 - 54
 - Loma Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.
 - 55
 - Cejna* Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê.
 - 56
 - Ew li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hevdû dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?»
 - 57
 - Fêrisî û serekên kahînan jî emir derxistibûn, eger kesek bizane ew li ku derê ye, divê haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.
 

