Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Şivan û Miyên Xwe
 - 1
 - «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.
 - 2
 - Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e.
 - 3
 - Dergehvan jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe gazî wan dike û wan derdixe derve.
 - 4
 - Dema ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin.
 - 5
 - Ew tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê xerîban nas nakin.»
 - 6
 - Îsa ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje.
 - Şivanê Qenc
 - 7
 - Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im.
 - 8
 - Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir.
 - 9
 - Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne.
 - 10
 - Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
 - 11
 - «Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.
 - 12
 - Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike.
 - 13
 - Ew direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe.
 - 14
 - Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin,
 - 15
 - wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim.
 - 16
 - Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek.
 - 17
 - Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim.
 - 18
 - Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
 - 19
 - Li ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket.
 - 20
 - Gelekan ji wan digot: «Ew bi cinan ketiye û ew dîn e. Çima hûn guhdariya wî dikin?»
 - 21
 - Hinekên din jî gotin: «Ev ne gotinên yekî ne ku bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?»
 - Bêbaweriya Cihûyan
 - 22
 - Hingê li Orşelîmê Cejna* Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû.
 - 23
 - Îsa li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya.
 - 24
 - Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: «Ma tê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi eşkereyî bêje!»
 - 25
 - Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin.
 - 26
 - Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in.
 - 27
 - Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.
 - 28
 - Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe.
 - 29
 - Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe.
 - 30
 - Ez û Bav yek in.»
 - 31
 - Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran.
 - 32
 - Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?»
 - 33
 - Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran* didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»
 - 34
 - Îsa bersîva wan da: «Ma di Şerîeta we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye: ‹Hûn îlah in›[a] ?
 - 35
 - Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹îlah› hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe.
 - 36
 - Bav ez kirim veqetandiyê pîroz* û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min got: ‹Ez Kurê Xwedê me›, hûn çawa ji min re dibêjin: ‹Tu çêran dikî!›
 - 37
 - Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin.
 - 38
 - Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.»
 - 39
 - Hingê dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket.
 - 40
 - Îsa dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê ku Yûhenna di destpêkê de lê imad* dikir.
 - 41
 - Gelek kes dihatin ba wî û digotin: «Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.»
 - 42
 - Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.
 
- a. 10:34 Ji: Zebûr 82:6
 

