Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Kur di ser Milyaketan re Ye
- 1
- Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan* ji bav û kalan re gotiye.
- 2
- Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.
- 3
- Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva* xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.
- 4
- Navê ku wî mîras standiye ka çiqas di ser yê milyaketan re ye, ew jî ewqas ji wan bilindtir bû.
- 5
- Çimkî ma Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
 «Tu Kurê min î,
 Îro tu ji min re bûyî.»
 An jî:
 «Ezê ji wî re bibim Bav*
 Û ewê ji min re bibe Kur.»[a]
- 6
- Îcar çaxê Xwedê yê nixurî anî dinyayê, weha got:
 «Bila hemû milyaketên Xwedê biperizin* wî.»[b]
- 7
- Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje:
 «Ew milyaketên xwe dike ba
 Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»[c]
- 8
- Lê ji bo Kur ew weha dibêje:
 «Ya Xwedê, textê te herheyî û heta hetayê ye.
 Gopalê padîşahiya te gopalê dadperweriyê ye.
- 9
- Te ji rastiyê hez kir û ji neheqiyê nefret kir,
 Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
 Tu bi rûnê şahiyê ji hevalên te bêtir bilind kirî.»[d]
- 10
- Û li dereke din:
 «Ya Xudan, di destpêkê de
 Te bingeha erdê danî
 Û ezman jî karên destê te ne.
- 11
- Ewê wêran bibin, lê tê bimînî,
 Ew hemû wê wek cilan kevin bibin.
- 12
- Tê wan wek xiftan li hev bipêçî û
 Ewê wek cilan bên guhertin.
 Lê tu hergav eynî yî
 Û salên te xilas nabin.»[e]
- 13
- Lê Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
 «Li milê min ê rastê rûne,
 Heta ku ez dijminên te
 Bikim pêgeha lingên te.»[f]
- 14
- Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?
- a. 1:5 Ji: Zebûr 2:7; Samûêl II, 7:14
- b. 1:6 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:43; Zebûr 97:7 (herdu jî li gor wergera Yewnanî)
- c. 1:7 Ji: Zebûr 104:4
- d. 1:8-9 Ji: Zebûr 45:6-7
- e. 1:10-12 Ji: Zebûr 102:25-27
- f. 1:13 Ji: Zebûr 110:1

