Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - 1
 - Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e.[a]
 - 2
 - «Qedrê dê û bavê xwe bigire» – emrê pêşî yê bi sozê, ev e:
 - 3
 - «Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be.»[b]
 - 4
 - Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
 - 5
 - Xulamno, wek ku hûn li ber Mesîh serî datînin, bi tirs û lerizîn û ji dil û can li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê serî deynin.[c]
 - 6
 - Vê yekê ne bi xizmeta ku li ber çav tê kirin ku li mirovan xweş bê, lê belê wek xizmetkarên Mesîh, daxwaza Xwedê ji dil û can bînin cih.
 - 7
 - Ne wek ji mirovan re, lê wek ku ji Xudan re tê kirin ji dil û can xizmetê bikin.
 - 8
 - Û hûn dizanin ku her kî çi qenciyê bike, wê bergîdanê* ji Xudan bistîne, dixwazî bila xulam be, dixwazî bila azad be.
 - 9
 - Hûn jî, mîrzano eynî tiştan ji wan re bikin û êdî dev ji gefxwarinê berdin, çimkî hûn dizanin ku Xudanê we û yê wan li ezmanan e û li ba wî xatirgirtin tune.[d] 
 - Çekên ku Xwedê Dide
 - 10
 - Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin.
 - 11
 - Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.
 - 12
 - Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.
 - 13
 - Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin.
 - 14
 - Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin[e]
 - 15
 - û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin.[f]
 - 16
 - Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe.
 - 17
 - Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.[g]
 - 18
 - Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava bikin.
 - 19
 - Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn.
 - 20
 - Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.
 - Silavên Aştiyê
 - 21
 - Ji bo ku hûn jî bizanin ez çawa me û çi dikim, birayê hezkirî û di yekîtiya Xudan de xizmetkarê dilsoz Tixîkos* wê her tiştî bi we bide zanîn.
 - 22
 - Ez wî ji bo vê yekê dişînim ba we, da ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew cesaretê bide dilê we.
 - 23
 - Bila aştî û bi baweriyê hezkirin ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ji birayan re be.
 - 24
 - Kerem li ser wan hemûyan be, yên ku bi hezkirina nemir ji Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin. 
 
- a. 6:1 Kolosî 3:20
 - b. 6:2-3 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
 - c. 6:4-5 Kolosî 3:21-25
 - d. 6:9 Kolosî 4:1; Dubarekirina Şerîetê 10:17
 - e. 6:14 Îşaya 59:17
 - f. 6:15 Îşaya 52:7
 - g. 6:17 Îşaya 59:17
 

