Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e.[a]
2
«Qedrê dê û bavê xwe bigire» – emrê pêşî yê bi sozê, ev e:
3
«Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be.»[b]
4
Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
5
Xulamno, wek ku hûn li ber Mesîh serî datînin, bi tirs û lerizîn û ji dil û can li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê serî deynin.[c]
6
Vê yekê ne bi xizmeta ku li ber çav tê kirin ku li mirovan xweş bê, lê belê wek xizmetkarên Mesîh, daxwaza Xwedê ji dil û can bînin cih.
7
Ne wek ji mirovan re, lê wek ku ji Xudan re tê kirin ji dil û can xizmetê bikin.
8
Û hûn dizanin ku her kî çi qenciyê bike, wê bergîdanê* ji Xudan bistîne, dixwazî bila xulam be, dixwazî bila azad be.
9
Hûn jî, mîrzano eynî tiştan ji wan re bikin û êdî dev ji gefxwarinê berdin, çimkî hûn dizanin ku Xudanê we û yê wan li ezmanan e û li ba wî xatirgirtin tune.[d]
Çekên ku Xwedê Dide 
10
Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin.
11
Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.
12
Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.
13
Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin.
14
Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin[e]
15
û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin.[f]
16
Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe.
17
Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.[g]
18
Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava bikin.
19
Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn.
20
Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.
Silavên Aştiyê 
21
Ji bo ku hûn jî bizanin ez çawa me û çi dikim, birayê hezkirî û di yekîtiya Xudan de xizmetkarê dilsoz Tixîkos* wê her tiştî bi we bide zanîn.
22
Ez wî ji bo vê yekê dişînim ba we, da ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew cesaretê bide dilê we.
23
Bila aştî û bi baweriyê hezkirin ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ji birayan re be.
24
Kerem li ser wan hemûyan be, yên ku bi hezkirina nemir ji Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin.
  1. a. 6:1 Kolosî 3:20
  2. b. 6:2-3 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
  3. c. 6:4-5 Kolosî 3:21-25
  4. d. 6:9 Kolosî 4:1; Dubarekirina Şerîetê 10:17
  5. e. 6:14 Îşaya 59:17
  6. f. 6:15 Îşaya 52:7
  7. g. 6:17 Îşaya 59:17