Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos*,
2
ji pîroz* û ji birayên dilsoz ên ku bi Mesîh re ne û li Koloseyê ne:
Ji Bavê me Xwedê, kerem û aştî li ser we be.
Spasî û Dua 
3
Gava ku em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, ji Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh re hergav şikir dikin.
4
Çimkî me li ser baweriya* we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst.
5
Ev, ji hêviya ku li ezmanan hilanî ye tê. We ev hêvî berê di peyva* rastiyê de, di Mizgîniya ku gihîştiye we de bihîst.
6
Ev Mizgînî wek ku di hemû dinyayê de ber dide û mezin dibe, ji roja ku we bihîstiye û kerema Xwedê bi hemû rastiya wê ve fêm kiriye û vir ve, di nav we de jî ber dide û mezin dibe.
7
Hûn vê ji xizmethevalê me yê hezkirî Êpafras* hîn bûn. Ew ji bo we jî xizmetkarekî Mesîh ê dilsoz e.
8
Wî jî hezkirina we ya ji aliyê Ruh ve, ji me re got.
9
Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev bihîstiye û vir ve, me dev ji duakirin û xwestina ji bo we bernedaye, da ku hûn bi hemû şehrezayî û têgihîştina ruhanî, daxwaza Xwedê tam bizanin
10
û bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin, hûn bi her awayî li wî xweş bên, di her karê qenc de ber bidin û di naskirina Xwedê de bigihîjin.
11
Wusa ku hûn li gor hemû hêza wî ya ku ji karîna wî ya bi rûmet tê, xurt bibin, her tiştî bi bîhnfirehî ragirin* û bi şahî
12
ji Bav* re şikir bikin. Wî têrêkirin daye me, ku em di ronahiyê de bibin hevparê mîrasa pîrozan.
13
Wî em ji desthilatiya tariyê rizgar kirin û em derbasî Padîşahiya Kurê xwe yê hezkirî kirin.
14
Rizgarî, yanî lêbihûrtina gunehên me bi wî ye.[a]
Mesîh Serê Hemû Afirandinê Ye 
15
Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin,
Nixuriyê hemû afirînê ye.[b]
16
Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan,
Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin,
Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî
Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be,
Bi saya wî hatin afirandin;
Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin.
17
Ew bi xwe beriya her tiştî ye
Û her tişt bi wî bi hev ve girêdayî ye.
18
Ew serê bedenê, yanî serê Civînê* ye,
Destpêk û nixuriyê ji nav miriyan e,
Da ku di her tiştî de ew yê pêşî be.[c]
19
Çimkî li Xwedê xweş hat ku
Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be,
20
Û bi wî her tiştî,
Hem tiştên li ser erdê,
Hem jî yên li ezmanan,
Bi xwe re li hev bîne
Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.[d]
21
Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn.
22
Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe.
23
Tenê hûn di baweriyê* de hîmgirtî bin û veneleqin û ji hêviya Mizgîniya ku we bihîst nelebitin. Ev Mizgînî ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn û ez Pawlos bûm xizmetkarê wê.
Xizmeta Pawlos a ji Bawermendan re 
24
Ez niha bi cefayên ku ez ji bo we dikişînim, şa dibim û wan tengahiyên Mesîh ên ku mane, di bedena xwe de ji bo Bedena wî ya ku Civîn e, temam dikim.
25
Ez ji wê Civînê re bûm xizmetkar, li gor wî karê ku Xwedê ji bo we spartiye min, da ku ez peyva Xwedê,
26
yanî wê sira ku ji dem û nifşên* berê ve hatiye veşartin, lê niha ji pîrozên wî re hatiye eşkerekirin, bi tevahî bêjim.
27
Xwedê xwest ku bi pîrozên xwe bide zanîn ku dewlemendiya rûmeta vê sirê di nav miletan de çiqas mezin e. Ev sir ew e ku Mesîh di dilê we de ye; ew hêviya gihîştina rûmetê ye.
28
Îcar em wî didin bihîstin, em şîretan li her kesî dikin û bi hemû şehrezayiyê her kesî hîn dikin, da ku em her kesî di yekîtiya Mesîh de gihîştî pêşkêş bikin.
29
Ji bo vê yekê ez li gor hemû hêza wî ya ku di hundirê min de dixebite, xeptûlept û tekoşînê* dikim.
  1. a. 1:14 Efesî 1:7
  2. b. 1:15 Filîpî 2:6; Yûhenna 17:5
  3. c. 1:18 Efesî 1:22-23
  4. d. 1:20 Efesî 2:16