Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos*,
 - 2
 - ji pîroz* û ji birayên dilsoz ên ku bi Mesîh re ne û li Koloseyê ne:
Ji Bavê me Xwedê, kerem û aştî li ser we be. - Spasî û Dua
 - 3
 - Gava ku em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, ji Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh re hergav şikir dikin.
 - 4
 - Çimkî me li ser baweriya* we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst.
 - 5
 - Ev, ji hêviya ku li ezmanan hilanî ye tê. We ev hêvî berê di peyva* rastiyê de, di Mizgîniya ku gihîştiye we de bihîst.
 - 6
 - Ev Mizgînî wek ku di hemû dinyayê de ber dide û mezin dibe, ji roja ku we bihîstiye û kerema Xwedê bi hemû rastiya wê ve fêm kiriye û vir ve, di nav we de jî ber dide û mezin dibe.
 - 7
 - Hûn vê ji xizmethevalê me yê hezkirî Êpafras* hîn bûn. Ew ji bo we jî xizmetkarekî Mesîh ê dilsoz e.
 - 8
 - Wî jî hezkirina we ya ji aliyê Ruh ve, ji me re got.
 - 9
 - Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev bihîstiye û vir ve, me dev ji duakirin û xwestina ji bo we bernedaye, da ku hûn bi hemû şehrezayî û têgihîştina ruhanî, daxwaza Xwedê tam bizanin
 - 10
 - û bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin, hûn bi her awayî li wî xweş bên, di her karê qenc de ber bidin û di naskirina Xwedê de bigihîjin.
 - 11
 - Wusa ku hûn li gor hemû hêza wî ya ku ji karîna wî ya bi rûmet tê, xurt bibin, her tiştî bi bîhnfirehî ragirin* û bi şahî
 - 12
 - ji Bav* re şikir bikin. Wî têrêkirin daye me, ku em di ronahiyê de bibin hevparê mîrasa pîrozan.
 - 13
 - Wî em ji desthilatiya tariyê rizgar kirin û em derbasî Padîşahiya Kurê xwe yê hezkirî kirin.
 - 14
 - Rizgarî, yanî lêbihûrtina gunehên me bi wî ye.[a]
 - Mesîh Serê Hemû Afirandinê Ye
 - 15
 - Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin,
Nixuriyê hemû afirînê ye.[b] - 16
 - Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan,
Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin,
Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî
Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be,
Bi saya wî hatin afirandin;
Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin. - 17
 - Ew bi xwe beriya her tiştî ye
Û her tişt bi wî bi hev ve girêdayî ye. - 18
 - Ew serê bedenê, yanî serê Civînê* ye,
Destpêk û nixuriyê ji nav miriyan e,
Da ku di her tiştî de ew yê pêşî be.[c] - 19
 - Çimkî li Xwedê xweş hat ku
Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be, - 20
 - Û bi wî her tiştî,
Hem tiştên li ser erdê,
Hem jî yên li ezmanan,
Bi xwe re li hev bîne
Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.[d] - 21
 - Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn.
 - 22
 - Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe.
 - 23
 - Tenê hûn di baweriyê* de hîmgirtî bin û veneleqin û ji hêviya Mizgîniya ku we bihîst nelebitin. Ev Mizgînî ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn û ez Pawlos bûm xizmetkarê wê.
 - Xizmeta Pawlos a ji Bawermendan re
 - 24
 - Ez niha bi cefayên ku ez ji bo we dikişînim, şa dibim û wan tengahiyên Mesîh ên ku mane, di bedena xwe de ji bo Bedena wî ya ku Civîn e, temam dikim.
 - 25
 - Ez ji wê Civînê re bûm xizmetkar, li gor wî karê ku Xwedê ji bo we spartiye min, da ku ez peyva Xwedê,
 - 26
 - yanî wê sira ku ji dem û nifşên* berê ve hatiye veşartin, lê niha ji pîrozên wî re hatiye eşkerekirin, bi tevahî bêjim.
 - 27
 - Xwedê xwest ku bi pîrozên xwe bide zanîn ku dewlemendiya rûmeta vê sirê di nav miletan de çiqas mezin e. Ev sir ew e ku Mesîh di dilê we de ye; ew hêviya gihîştina rûmetê ye.
 - 28
 - Îcar em wî didin bihîstin, em şîretan li her kesî dikin û bi hemû şehrezayiyê her kesî hîn dikin, da ku em her kesî di yekîtiya Mesîh de gihîştî pêşkêş bikin.
 - 29
 - Ji bo vê yekê ez li gor hemû hêza wî ya ku di hundirê min de dixebite, xeptûlept û tekoşînê* dikim.
 

