Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Pawlos Vedigere Orşelîmê 
1
Îcar gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê ketin rê, sererast em hatin Kosê. Dotira rojê em gihîştin Rodosê û ji wir jî em hatin Patarayê.
2
Me gemiyeke ku diçû Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û bi rê ketin.
3
Gava ku Qibris xuya bû, me ew li milê çepê hişt, em bi aliyê Sûriyê ve çûn û li bajarê Sûrê rawestan, çimkî diviya barê gemiyê li wir bihata valakirin.
4
Me şagirt dîtin û em heft rojan li wê derê man. Wan bi Ruh ji Pawlos re digot ku ew neçe Orşelîmê.
5
Îcar çaxê me rojên xwe li wir temam kirin, em rabûn û bi rê ketin. Hemû bi jin û zarokên xwe ve heta derveyî bajêr em bi rê kirin. Li wir, li ber lêva deryayê em çûn ser çokan, me dua kir û
6
me xatir ji hevdû xwest. Piştre em ketin gemiyê û ew jî vegeriyan malên xwe.
7
Çaxê me rêwîtiya xwe ya Sûrê temam kir, em gihîştin Pitolêmayê, me silav li xwişk û birayan kir û em rojekê bi wan re man.
8
Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.[a]
9
Çar keçên wî yên mêrnekirî yên ku pêxemberîtî dikirin hebûn.
10
Çaxê em li wir gelek rojan man, pêxemberekî ku navê wî Hagabos bû ji Cihûstanê daket û hat.[b]
11
Ew hat ba me, piştênka Pawlos hilda, bi wê dest û lingên xwe girê dan û got: «Ruhê Pîroz weha dibêje: ‹Li Orşelîmê Cihû wê xwediyê vê piştênkê weha girê bidin û wî bidin destê miletan.›»
12
Gava me ev bihîst, em û xelkê li wê derê me ji Pawlos hêvî kir ku neçe Orşelîmê.
13
Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.»
14
Çaxê ku wî qîma xwe neanî, em bêdeng man û me got: «Bila daxwaza Xudan be.»
15
Piştî wan rojan me xwe amade kir û em hilkişiyan Orşelîmê.
16
Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.
Pawlos li Orşelîmê Diçe Serdana Aqûb 
17
Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan bi şahî em qebûl kirin.
18
Dotira rojê Pawlos bi me re hat ba Aqûb*. Hemû rihspî jî amade bûn.
19
Piştî ku Pawlos silav li wan kir, wî ew tiştên ku Xwedê bi xizmeta wî di nav miletan de kiribûn, yek bi yek gotin.
20
Gava ku wan ev bihîst, pesnê Xwedê dan û ji Pawlos re gotin: «Birawo, tu dibînî ku di nav Cihûyan de çend hezar mirov hene ku bawerî anîne û hemû jî ji bo Şerîetê xîretkêş in.
21
Wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletan de hîn dikî ku dev ji Mûsa berdin û dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û li pey adetan neçin.
22
Îcar em çi bikin? Bêguman wê bibihîzin ku tu hatiyî.
23
Loma ya ku em ji te re dibêjin, bike. Çar zilamên me yên ku nedreke* wan heye, hene.[c]
24
Wan bi xwe re bibe û bi wan re xwe li gor adetan paqij bike û xercê wan bide, da ku ew bikarin porê xwe kur bikin. Hingê hemû wê bizanin tiştên ku li ser te hatine gotin ne rast in û tu bi xwe jî li pey Şerîetê diçî.
25
Îcar heçî yên ji nav miletên din ku bawerî anîne, me biryar daye û ji wan re nivîsiye ku divê ew xwe ji xwarina ku ji pûtan re tê gorîkirin, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin.»[d]
26
Hingê Pawlos ew zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir, bi wan re ket Perestgehê û diyar kir ku rojên paqijbûnê yên ku wê gorî ji bo her yekî ji wan bê dayîn, wê kengê temam bibin.
Pawlos di Perestgehê de Tê Girtin 
27
Çaxê ev heft roj li ber temambûnê bûn, Cihûyên ku ji herêma Asyayê bûn ew di Perestgehê de dîtin, tevahiya elaletê têkdan. Wan ew girt,
28
qîriyan û gotin: «Ey Îsraêlîno, werin alîkariyê! Ew mirovê ku li her derê li hember gelê me, li hember Şerîetê û li hember vî cihî hînî her kesî dike, ev e. Bi ser de jî wî hin kesên ku ne Cihû ne anîne Perestgehê û ev cihê pîroz herimandiye.»
29
Çimkî wan, berî hingê di nav bajêr de Trofîmosê* Efesî bi wî re dîtibûn û wan digot qey Pawlos ew aniye Perestgehê.
30
Hingê tevahiya bajêr rabû ser lingan û elalet bi lez kom bû. Pawlos girtin û kaş kirin derveyî Perestgehê. Dergehên Perestgehê di cih de hatin girtin.
31
Hê ew dixebitîn ku wî bikujin, gotina ku tevahiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt serhezarê tabûra* leşkeran.
32
Wî jî zûka leşker û sersed* hildan û bi ser wan de hat. Gava wan serhezar û leşker dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan.
33
Hingê serhezar hat, ew girt û emir kir ku bi du zincîran bê girêdan. Wî pirsyar kir ku ew kî ye û wî çi kiriye.
34
Ji ber ku ji elaletê her yekî tiştek digot û dikirin qîrîn, wî ji ber hengameyê ya rast fêm nekir û emir kir ku wî bînin leşkergehê.
35
Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan, ji ber zorkirina elaletê, leşker mecbûr man ku wî hilgirin.
36
Çimkî elaleta ku li pey dihat diqîriya û digot: «Wî bikujin!»
Pawlos Xwe Diparêze 
37
Gava dikirin ku Pawlos bibin leşkergehê, wî ji serhezar re got: «Ma ez dikarim ji te re tiştekî bêjim?» Wî jî lê vegerand û got: «Ma tu bi Yewnanî dizanî?
38
Hingê lazim e, tu ne yê Misrî bî, ku berî demekê serhildanek çêkir û çar hezar mêrkuj derxistin çolê?»
39
Pawlos lê vegerand: «Ez mirovekî Cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê me, ez hemwelatiyê bajarekî girîng im. Ez ji te hêvî dikim, destûrê bide ku ez ji gel re bipeyivim.
40
Çaxê wî destûr dayê, Pawlos li ser derenceyan rawesta û destê xwe hilda, da ku xelk bêdeng bibe. Gava ku bêpêjiniyeke mezin çêbû, ew bi zimanê Îbranî* peyivî û got:
  1. a. 21:8 Karên Şandiyan 6:1-6; 8:5
  2. b. 21:10 Karên Şandiyan 11:28
  3. c. 21:23 Hejmartin 6:13-21
  4. d. 21:25 Karên Şandiyan 15:29